Li Tambov a Rûsyayê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Li Tambov a Rûsyayê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

36. salvegera damezrandina PKK’ê li Tambov ê Rûsya ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîrozkirin. Pîrozbahî li mala ciwanan a Tambov hat lidarxistin..

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Adil Cotyar bal kişand ser berxwedana PKK’ê û got ku PKK ji bo gelê Kurd mîladeke. Cotyar da xuyakirin ku gelê Kurd bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê li çar parçeyên Kurdistan û cîhanê pêşketinên mezin jiyaye.

Li ser navê Kurdên dîasporayê jî  Serokê Avtonomîsa Kurd a Tambov, endamê KNK’ê Cemalê Çeto û Parlamenterê Partiya Komunîst a Parlamentoya Rûsya Pleteneva jî axivîn.Axaftvanan bal kişandin ser pêşketinên ku PKK’ê afirandine û rola PKK’ê ya di cîhanê de.

Di pîrozbahiyê de li gel hunermendên herêmî, komên folklorê yên Rûs, hunermend  Ayhan, Melek Rojhat û Seyda Pêrînçek bi eleqeyeke mezin hatin guhdarî kirin û temaşekirin.