Li Taksîmê zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin

Li Taksîmê zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin

Piştî ku polîsan Parka Gezî ji gel re girt û polîsan êrîşî gel kir, zêdetirî 40 kesî hatin binçavkirin.

Duh di demjimêrên şevê de piştî Parka Gezî ji gel re hate girtin, gel li ser Cadeya Îstîklalê hatin gel hev û ji bo helwesta polîsan protesto bikin xwestin ber bi Taksîme ve bimeşin. Lê polîsan bibombeyên gazê û ava şid heya direngî şevê êrîşî gel kir. Polîsên ku Kolana Mis dorpêç kirin, di ser hinek cihên kar de girtin û dest bi binçavkirinê kirin.

Zêdetirî 40 kes hatin binçavkirin, hate diyarkirin ku, di nav kesên hatine binçavkirin de hemwelatiyekê Alman jî heye.

Komên ku di demjimêrên sibehê hatin ser rêya Îstîklalê kombûn û agir vêxistin, polîsan careke din êrîş kir. Komê bi kevir û şîşeyên sodayê bersiv da êrîşa polîsan.