Li Taksîmê pîrozbahiya serketinê

Li Taksîmê pîrozbahiya serketinê

Bi dehhezaran welatiyên li Parqa Gezî û Meydana Taksîmê li hev kom bûn, serketina berxwedana pênc rojan a li dijî terora polêsan, pîroz dikin.

Meydana Taksîmê ku li dijî xerakirina Parqa Gezî veguherî qada raperîna li dijî hukûmeta AKP'ê, niha ji pîrozbahiyên serketinê re mêvandariyê dike.

Bi dehhezaran kes li Meydana Taksîmê û Parqa Gezî li hev kom bûne. Ji taxa Îstiklalê û taxên din jî girseyên gel direkin meydanê. Meydana Taksîmê û Taxa Îstiklalê, piştî berxwedana li dijî terora polêsan a du rojan, bi temamî di bin însiyatîfa gel de ye.

Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên demokratîk, bi pankart, dowîz û rengên xwe li qadê cih girtin. Li peykerê li meydanê jî alê ESP, HDK, Ceniya Gel, SYKP, SDP, BDP hatin daliqandin. Her weha femînîst, anarşîst û rêxistinên LGBT bi rengên xwe tevlî çalakiyê bûn. 

Li qadê tim û tim dirûşmên, "Hukûmet îstifa", "Tayyip îstifa", "Li dijî faşîzmê mil bidin milan" hatin qêrin.

Her weha li ser pêlikên li Parka Gezî hunermend hunera xwe pêşkêş dikin. Destpêkê Pinar Sag derket ser dikê. Pîrozbahiya serketinê ya li Taksîmê bi dirûşme û sirûdan dewam dike.