Li Taksîmê nîjadperestan êrîşî welatparêzên Kurd kir
Li Taksîmê nîjadperestan êrîşî welatparêzên Kurd kir
Li Taksîmê nîjadperestan êrîşî welatparêzên Kurd kir
Pîrozbahiyên ku li Qada Taksîmê berdewam dikin, komek ya nijadperest ya Yeketiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) êrîşî welatparêzên Kurd yên Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê heyî kirin. Welatparêzên Kurd bersiva êrîşa da û sloganên “PKK gele, gel li vire” qîriyan.
Piştî berxwedana 5 rojan ya li dijî xirabkirina Parka Gezî ya li Taksîmê, bi deh hezaran kesên li Qada Taksîmê kombûn û serkeftinê pîroz dikin, welatparêzên Kurd yên tevlî pîrozbahiyên bûn rastî êrîşa komek nijadperest hat.
Bi sedan welatparêzên Kurd ku di destê wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên BDP û PKK’ê heyî rastî êrîşa nijadperest ya endamên Yeketiya Ciwanên Tirkiyeyê hatin û di carekê de qad tevlîhev bû. welatparêzên Kurd ku piraniya wan ji ciwana pêktê, li dijî êrîşa şûşeyên avê û keviran di cih de bersiv da û demek kurt pevçûnê rû da.
Piştî pevçûnê li hember anonsa ‘alan bînin xwar’ welatparêzên Kurd sloganên “PKK gele, gel li vire”, “Ciwan fediayên Apo ne”, “cîhana bê Ocalan em dê di serê we de hilweşînin” avêtin û al li hewa hejandin.