Li Taksîmê li dij qetlîaman zincîra aştiyê
MAZLÛM-DER û Kuresel-Bak li Taksîmê xeleka aştiyê çêkirin. Daxuyaniyên di çalakiyê xwestin ku dawî li qetlîaman werin û banga muzakereyan hatin kirin.
MAZLÛM-DER û Kuresel-Bak li Taksîmê xeleka aştiyê çêkirin. Daxuyaniyên di çalakiyê xwestin ku dawî li qetlîaman werin û banga muzakereyan hatin kirin.
MAZLUMDER û Kuresel-Bak, ji bo dawî li dorpêç û komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bibe bi dirûşma "Bila çek bêdeng bibe, muzakere destpê bike" li Qada Tunele ya Beyogluyê "xeleka aşitiyê" çêkirin û daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêvebira Şaxa MAZLUMDER a Stenbolê Fatma Betul Demîr beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku divê êrîşên li Kurdistanê bi dawî bibe. Rêvebirê Lijneya Rêvebir a Giştî ya MAZLUMDER'ê Alî Omer jî balê kişand ser Cizîr û Sûrê û got ji bo komkujiyên li Kurdistanê bi dawî bibe divê dengê aşitî û çareseriyê bilind bibe.
'AKP NIKARE BI KOMKUJIYAN ENCAMÊ BIGIRE'
Piştre Berdevka Kuresel-Bak'ê Şengul Çîftçî daxuyaniya çapemeniyê da. Çîftçî diyar kir ku divê vegerin pêvajoya aşitiyê ku 3 salan berdewam kir û pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe. Çîftçî destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê nikare bi komkujiyan encamek bidest bixe û got "Ji ber vê yekê em dibêjin kuştin ne çare ye."
Çîftçî bi gotinên "Bila çek bêdeng bibe, muzakere ji nû ve destpê bike" dawî li axaftina xwe anî.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.