Li Taksîmê bidehan kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê bidehan kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê bidehan kes hatin binçavkirin
Piştî ku Parka Gezî ji bo gel dîsan hate girtin, welatiyên ku xwestin li ser Cadeya Îstîklalê bên gel hev mudaxeleya polîsan a hate kirin didome û bi dehan kes hatine binçavkirin.
Piştî ku Parka Gezî ji bo gel dîsan hate girtin, welatiyên ku li ser Cadeya Îstîklalê hatin gel hev û xwestin heya Taksîmê bimeşin û helwesta polîsan protesto bikin, polîsan bibombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Her wiha êrîş hêjan didome. Di dema êrîşê de polîsan guleyên plastîk ên biboye jî bikaranî. Hate ragihandin ku, polîsan li dijî xebatkarên çapemeniyê ên nûçe dişopandin jî guleyên biboya û ava şid bikaranîne.
Li hemû kolanên li ser Cadeya Îstîklalê polîsan bend danîne û polîsan di kolanan de dest bi binçavkirinê kir. Hate hînbûn ku zêdetirî 15 kesan hatine binçavkirin û rageşî hêjan didome.