Li Taksîmê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê, piştî mudaxaleya polîsan ku ev rojeke didome hat hînbûn ku bi dehan kes hatin binçavkirin.
Mudaxaleya polîsan a li hemberî çalakgerên ku naxwazin Parka Gezî ya li Taksîmê bê xerabkirin û darên wê bên jêkirin ku vê sibê destpê kiribû hêj jî didome. Di encama mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid de hate ragihandin ku heta niha bi dehan kes hatine binçavkirin. Her wiha gelek welatiyên ku ji ber bombeyên gazê aciz bûne serî li nexweşxaneyên derdora Taksîmê didin. Vê sibê jî di encama mudaxaleya polîsan de Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureya Onder birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Dermankirina Onder di nexweşxaneyê de didome.