Li tabura Oremarê 40 kuçik gulebaran kirin!

Li tabura Oremarê 40 kuçik gulebaran kirin!

Hate hînbûn ku li Tabura Oremarê ya Geverê ji aliyê rayedarekî leşkeriyê ve 40 kuçik hatine gulebaranirinû li ser vê agahiyê Federasyona Mafê Sewalan û parzênvanên mafê sewalan ketin ava tevgerê û mijar gihandin serokatiya Fermandariya Giştî û yekineyên têkildar.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA)  li Tabura Oremarê kuçik hatine gulebarankirin û 5 roj berê parêzvanên mafê mirovan bi e-posteyê name şandine.

Federasyona mafê mirovan got: “Nêzî 40 kuçik ji aliyê rayedarekî leşkerî ve bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Ev ji aliyê berbazekî hatiye kirin. Ev nayê qebûlkirin. Divê der barê vê de lêpirsîn bê destpêkirin û kî ev kiriye divê bê tepîtkirin.

Serokê komeleya parastina mafê sewalan yê Marmarîsê Suna Ak diyar kir ku kesekî ku bûye şahidê bûyerê li wê geriyane û agahî da min.