Li Sydneyê xwedî li pêngava KCK’ê hate derketin

Kurd û dostên wan ên li Syndeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan û xwedî li pêngava KCK’ê derketin.

Li bajarê Syndeyê yê Evûstralyayê xwedî li pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne: dem dema azadiyê ye’ hate derketin.

Bi pêşengiya NCDK’ê li pêşiya Parlementoya Eyaleta NSW’ê daxuyanî hate dayin û xwedî li pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne: dem dema azadiyê ye’ hate derketin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. Nûnerên partiyên siyasî, hunermend û rahîp jî tevlî çalakiyê bûn.

Rahîp Bîll Crews got ku, “Divê mafê gelê Kurd hebe ku qedera xwe tayin bike. Ez dixwazim piştgiriyê bidim azadiya Ocalan. Divê Ocalan were berdan û ji bo aştiyê rola xwe bi cih bîne.”

Parlementerê Partiya Keskan Davîd Shoedbrîdge jî got ku “Ocalan ji bo aştiyê gelekî hewl da. Niha dema azadiyê ye. Divê hikumeta Erdogan zextên li ser nûnerên gelê Kurd bi dawî bike.”

Parlementerê Partiya Keskan Jaîme Parker jî diyar kir ku divê PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ were derxistin û ji ber şerê wan ê li dijî DAÎŞ’ê divê spasî li PKK, YPG û YPJ’ê were kirin.

Hevserokên NCDK û ADKF’Ê jî peyama “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya ku aştî were Rojhilata Navîn. Hemû kesên ji aştî û demokrasiyê bawer dikin, divê li dora vê pêngavê bibe yek.”