Li Sydneyê dîplomasiya Efrînê

Li paytexta Avûstralyayê Sydenyê şandeyeke ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi wekîlê partiya Lîberal Julîan Leeser re bi rojeva Efrînê rûnişt.

Hevdîtin li ofîsa parlamenter a li Sydneyê çêbû. Endamên KNK’ê û NCKD raporên derbarê EFrînê dane parlamentere liberal.

Li gorî agahiyan parlamenter Julîan Leeser tiştên ku li Efrînê dibin weke sûcê li dijî mirovahiyê dibine. Leeser got ew ê mijarê bibe Wezareta Karê Derve û ew ê nikaribin avê xwe ji sûcên dewleta Tirk re bigirin ku li Efrînê dike.

Diyar bû ku Leeser gotiye,’’Ti kes nikare têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê ji nedîtî ve were û divê li ser navê mirovahiyê destek ji bo vê têkoşînê hebe.’’

Şandeya Kurd piştre li ofîsa taybet a Parlamenterê Partiya Karker Julîan Owen bi mijara Efrînê rûniştin. Raporên derbarê Efrînê dane Owen jî. Owen got ew weke partiya muxalefetê bi teqezî li dij in ku dewleta Tirk têkilî karê navxwe yê Sûriyê bibin. Owen got li ser êrîşên li ser Efrînê ew ê bi Wezareta Karê Derve re têkildar bibin û nameyeke vekirî binivisîne.

Pêrşemê jî bi pêşengiya parlamenter Jamîe Parker, ya Partiya Keskan ki ber parlamentoya NSW’ê wê bi rojeva Efrînê daxuyaniya çapemeniyê ya lezgîn û girseyî were çêkirin.