Li Sydneyê çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney ê Awûstralyayê çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdan li qada Town Hallê stant danîn û bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan tê lidarxistin.
Endamê Komîteya Amadekar got, "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tevahiya gelê Kurd e."
Çalakgeran bang li Neteweyên Yekbûyî, DYE, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dengê girtiyên siyasî bibihîzin.
Di çalakiyê de broşur û belavokên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd hatin belavkirin. Xelkê li herêmê jî bi baldarî çalakî şopand.