Li Sydney komkujî hate protesto kirin

Li Sydney komkujî hate protesto kirin

Kurdistaniyên li bajarê Sydney yê Awûstralyayê li ber konsolosxaneya Fransayê çalakiyek ya protestoyî pêkanîn. Kurdistaniyên ku çelenga reş danîn ber konsolosxaneyê û nameyek dan rayedarên Fransayê.

Di demjimêrên sibehê de Kurdistaniyên li Sydney û derdorê wê jiyand kirin, qetilkirina yek ji Sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ku bi awayek hovane li Parîsê hatin qetilkirin, hate protesto kirin. Her wiha çalakvana ji Fransayê xwest qatilan bibîne. Ji bilî Kurdên Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, derdorên demokrat yên Tirkiyeyî û Awûstralyayî jî piştgirî dane çalakiyê.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û hate diyarkirin ku, êrîşa hovane ya li dijî jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li dijî gelê Kurd û vîna gel hatiye kirin. Di daxuyaniyê de balkişande ser ku, heta kiryarên bûyerê bên dîtin ew weke civaka Kurd ya li Awûstralyayê jiyand ikin dê şûpa vî karî neberdin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê heyetekê nameyekî ku ji bo kujer bêne dîtin û heye bêne dîtin ew dê şûpdar bin dan Serkonsolosxaneya Fransayê. Konsolosa Fransayê ji heyetê re got, “Em ji tiştek wisan, bi taybet li Fransayê çêbû pir xemgînin. Nameya ku we dayî me em dê bidin rayedarên Fransayê û dema ku bersivek da me, di demek kurt de bi we re parve bikîn.’

Li ser daxuyaniya heyetê, piştî sirûda Ey Reqîb hate xwendin çelenga şer danîn ber deriyê Konsolosê.