Li Swîsreyê tecrîd hate protestokirin: Avahiya Radyo û rojnameyê hate dagirkirin

Kurdistaniyên ku li Swîsreyê tecrîd protesto kirin, avahiyek radyo û rojnameyê dagir kirin.

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avahiya Radyo 32 û rojnameya Zeîtûng ku seranserî welêt weşanê dikin, dagir kirin.

Di çalakiya dagirkirinê de ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Çalakvanan dosya pêşkêşî her du saziyan kir, dan xuyakirin ku heta agahiyê ji Ocalan wergirin wê çalakiyên xwe bidomînin. Piştî ji rayedaran soz girtin ku wê têkîldarî tecrîdê weşanê bikin, çalakî bi dawî kirin.