Li Swîsreyê Newroza Azadiyê ya hezaran: Em ê bi ser kevin
Coşa Newroza hezaran li Swîsreyê deng veda. Bi hezaran kesên ku bi ruhê berxwedana Bakurê Kurdistanê û Rojava li Newroza navendî ya Swîsreyê kom bûn, gotin: “Her der berxwedan her der Kurdistan, ne zalim wê hevalên Mehmet Tûnç bi ser kevin.”
ANF
FRÎBOÛRG
şemî, 26 adarê 2016, 21:13
Coşa Newroza hezaran li Swîsreyê deng veda. Bi hezaran kesên ku bi ruhê berxwedana Bakurê Kurdistanê û Rojava li Newroza navendî ya Swîsreyê kom bûn, gotin: “Her der berxwedan her der Kurdistan, ne zalim wê hevalên Mehmet Tûnç bi ser kevin.”
Coşa Newrozê wek 4 parçeyê Kurdistanê li bajarên cîhanê jî deng vedide. Li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê bi hezaran kes herikîn Newroza navendî ya bi şîara “Bi Rêbertiya ber bi Kurdistana Azad”. Kurdistaniyan danê sibehê bi cilên neteweyî herikîn Frîboûrgê, li her derê dîmenên rengîn derxistin holê.
Li salona Sporê ya Frîboûrgê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin, salon bi alên PKK, KCK, YPG, YPG, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yên li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane û posterên damezirînerên PKK’ê hate xemilandin. Hate dîtin ku tevlîbûna vê Newrozê li gor a bihorî hê zêdetir bû, her wiha girse li hember dewleta Tirk xwedî hêrsek mezin bû.
Kurdistaniya li salona sporê ya aktîvîteyê tedbîrên ewlehiyê girtin, bi taybet bi tevlîbûna jin û ciwanan, bi dirûşmeyên domahiya rojê ve berxwedana Bakurê Kurdistanê hate silavkirin.
KOMUR: WÊ HEVALÊN MEHMET TÛNÇ BI SER KEVIN
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna şoreşê, destpêkê li ser navê DEM-KURD’ê Fûat Komur mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku Newroz cejna berxwedanê ye, got berxwedana ku Mehmet Tûnçan li Bakurê Kurdistanê nîşan dane wê bi ruhê Newrozê bi ser keve. Komur anî ziman ku di vê merheleyê de dewleta Tirk û AKP’e têk çûye, destnîşan kir ku divê li her derê Ewropayê berxwedan bê mezinkirin.
HÊZÊN DEMOKRATÎK: HER DER PEWÎST E BIBE NAVENDÊN BERXWEDANÊ
Piştî axaftina Komur MLKP, Yekîtiya Sûriyanî ya Ewropa, Yekîtiya Hêzên Demokratik ên Swîsrê, PYD, Ciwanên Azad û Rexistina Yekîtiya Gelan a Şoreşger bi axaftinên xwe ve berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin. Di axaftinan de banga piştgiriyê li hember polîtîkayên AKP’ê û dewleta Tirk hat kirin.
STEÎERT: OCALAN PÊWÎST E AZAD BE
Piştî axaftinên hezên demokratîk, mafê axaftinê parlamenterê Partiya Sosyalîst Jean Françoîs Steîert girt. Steîert di destpêka axaftina xwe de Newroza gelê Kurd pîroz kir û bal kişand li ser şerê ku Tirkiye li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan dimeşînê. Steîert got ku Tirkiye bi benzînê bi ser agir ve diçe û dewleta Tirk vekirî alîgirtiya qetlîamên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dike. Steîert destnîşan kir ku eger di rojhilata navîn de aşitî tê xwestin pewîst e Ocalan serbet bê berdan. Steîert di axaftinê xwe de girîngiya tekoşîna jinên Kurd destnişan kir û got tekoşîna jinên Kurd teqdîr dike. Jean Steîert bang li gelê Swîsreyê kir û got pewîst e gelê Swîsrê piştgiriyê bide gelê Kurd.
SARIYILDIZ: BERXWEDANA AZADIYÊ YA SED SALÊN DAWIYÊ TÊ JIYÎN
Piştî Steîert Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz mafê axaftinê wergirt. Sariyildiz bi ruhê berxwedana Cizîrê Newroz silav kir û dest bi axaftinê kir. Sariyildiz bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke azadiyê ya sed salên dawiyê ku ti kesê nedîtî tê jiyîn. Sariyildiz bi bîr xist ku dewleta Tirk li hember berxwedana tê meşandin qetlîamên pir mezin kir û wiha got: “Zarokên me bi saxî şewitandin. Dewleta Tirk şerekî wisa da meşandin ku hemû nirxên mirovahiyê li bin lingan xistin. Weke ku Mehemet Tûnç gotî ‘Em bimirin jî teslîm nabin.’
Sariyildiz bi bîr xist ku qetlîamên jiyayî jî baş dizanin û wiha axivî: “ Qetlîamên ku di dîrokê de Ewropa jiyayî, niha li Kurdistanê heman qetlîam tên jiyîn. Ewropa, Hîtler dizane. Rojhilata Navîn Sedam dizane. Niha jî Erdogan li dijî Kurdan qetlîaman dide kirin.”
SARIYILDIZ: DIVÊ GELÊ ME YÊN LI EWROPA JI BO CIZÎR Û SÛRÊ BIBIN SEFERBER
Sariyildiz wiha got: “Em deyndarên kesên ku bi ruhê Newrozê li ber xwe didin in.” Sariyildiz wiha dewam kir: “Niha li Cizîr û Sûrê zarokên bê kes û bê xwedî hene û mirovên ku mal û bajarên wan hatine hilweşandin hene, divê xwedî li van bên derketin. Divê her Kurdekî li Ewropa alîkarî bide malbatekî li Kurdistanê û divê xwedî lê derkeve. Berdêla wê çi bibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin, em ji bo nirxên mirovahiyê û azadiyê li ber xwe didin. Divê her kes xwedî li berdêlên giran ên berxwedanê derkevin.”
Piştî axaftinên Sariyildiz hûnermendên MÇM Azat Karahan, Soson, Koroya Jinan a Navenda Çanda Med, Koma Sê Bira, Erol Berxwedan û Ferhat Tûnç derketin ser dikê. Newroz bi dirûşmên bi hezaran kesan ên azadiyê û gerandina govendê heta saetên derengiya şevê berdewam kir.