Li bajarê Basel a Swîsreyê ji bo 3 siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dê meşek bê lidarxistin.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin di 19’ê çile de roja şemiyê dê meşek li Bajarê Basel a Swîsreyê pêk were.
Meşa ku Meclisa Jinan a Kurd organîze kir saet di 13.00’an de li Basel Clarramatte dê dest pê bike û heta Marktplatzt bidome û dê bi mîtîngekê bi dawî be.
Meclisa jina a Kurd ya Swîsreyê, bagn li hemû kurdên Swîsreyê kir ku tevli meşê bibin.