Li Swîsreyê ji gaziyan ji bo azadiya Ocalan çalakî
Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, 2 gaziyên ku li Stockholm dijîn, li pêşiya parlementoya Swîsteryê çalakiyek lidar xistin.
Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, 2 gaziyên ku li Stockholm dijîn, li pêşiya parlementoya Swîsteryê çalakiyek lidar xistin.
Gaziyên Kurdistanî li pêşiya deriyê ketina avahiya Parlementoyê pankarta “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” vekirin, diyar kir ku wê çalakiya xwe a ku îro li pêşaiya parlementoya di saet 14:00’an de dayîn destpêkirin wê tevahî hefteyekê li ser rêyên navenda Stockholm û pêşiya saziyan dewam bikin.
Ji gaziyên ku çalakî lidar xistin Mûhammet Uzel, anî ziman ku ev nêzî salek û nîve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd heye û ti agahî jê nayê girtin, ji bo vê çalakî lidar xistine û wiha pê de çû:
“Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe li ser hemû gelê Kurd dibînin. Ev vê tecrîdê qet qebûl nakin. Di felsefeya Rêbertiya me de koletî nîne. Azadî û biratiya gelan heye. Erdogan niha li qadan qîre qîra darvekirinê dide. Erdogan bila baş bizanibe eger ku tiştek bi Rêbertiya me were em ê qesra wî di serê wî de hilweşînin.”
Şivan Merîwan jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye rûmeta gelan, ne tenê gelê Kurd hemû gelê bindest û mirovatiyê temsîl dike û wiha axivî: “Eger ku ji bo azadiya Ocalan îro em têkoşînê nekin ne neslê pêşeroj û ne jî dîrok me efû nake. Em vê çalakiy di kesayeta Rêber Apo de ji bo hemû mirovatiyê, gelê Kurd û gelên bindest lidar dixin. Her kesên ku dibêje ez sosyalîstim, demokratim û şoreşgerim divê ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.”