Li Swîsreyê hilbijêrên CHP’ê: Dengê xwe bidin HDP’ê

Li Swîsreyê dengdayîn di roja 3’emîn de didome. Li sê navendên dengdayînê bi hezaran hilbijêr berê xwe didin ser sindoqan.

Li Swîsreyê li gorî qeydên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) 94 hezar û 32 hilbijêr wê ji bo hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê pêk were dengê xwe bidin. Dengdayîna li Swîsreyê di roja 3’emîn de li bajarên Bern, Cenevre û Zurîhê didome. Di saetên sibê de hilbijêran berê xwe dan navendên dengdayînê. Bi taybet hilbijêrên CHP’ê dibêjin ji bo Serokkomariyê dengê xwe dane Mûharrem Înce û ji bo parlamenteriyê jî dengê xwe dane HDP’ê.

DI 2 ROJAN DE 17 HEZAR Û 992 HILBIJÊRAN DENGÊ XWE DAN

Li Swîsreyê dengdayîn di roja 15’ê Hezîranê de dest pê kir û di nava 2 rojan de 17 hezar 999 hilbijêran li 3 navendan dengê xwe dan.

Li bajarê Zurîh yê Swîsreyê hilbijêrên ku dengê xwe dan ji kamereya me re axivîn û wiha gotin;

Gulten Şahîn: EZ ALIGIRÊ CHP’Ê ME LÊ MIN DENGÊ XWE DA HDP’Ê

Ez CHP’yî me û bi salan min dengê xwe da CHP’ê. Êdî biratiyê dixwazim, êdî naxwazim tu kes bi hev re şer bike. Aramiyê dixwazim, bila tu kes bi hev re êdî şer nekin. Di van hilbijartinan de ji bo HDP bendê derbas bike di hilbijartina parlamenteriyê de min dengê xwe da HDP’ê û ji bo hilbijartina Serokkomariyê jî min dengê xwe da Mûharrem Înce.

Yadîgar Duzgun: CHP’YÎ ME LÊ JI BO RAWESTANDINA MIRINAN MIN GOT HDP

Ez CHP’yî me lê di hilbijartina serokkomariyê de min dengê xwe da Mûharrem Înce û ji bo parlamenteriyê jî min dengê xwe da HDP’ê. Ji bo rawestendina mirinan divê HDP biçe meclîsê. Divê mirin were rawestandin û HDP li Meclîsê be. Ez li vir bang li hilbijêrên CHP’ê dikim; Herin dengê xwe bidin HDP’ê. CHP bi tena serê xwe were tiştek nake û di van hilbijartinan de divê HDP bendê derbas bike.

Hatîce Îçboyûn: BI HÊVÎ ME WÊ DESTHILATDARÎ HILWEŞE

Min dengê xwe bi serbilindî da HDP û Demîrtaş. Ez bawer dikim ku ev desthilatdarî wê hilweşe û em ê rojên xweş bi hev re bijîn.

Gulîzar Yaşar:

Min dengê xwe da HDP û Demîrtaş. Ji bo ku li Tirkiyeyê êdî hinek tişt were guhertin min dengê xwe da HDP’ê. Em azadî û wekheviyê dixwazin. Rewşa welatê me her roja diçe tarîtir dibe û êdî divê em dawî li vê taritiyê bînin. Em dixwazin hê bêhtir bi rehetî biçin welatê xwe.

Yeter Gokmen:

Min dengê xwe da HDP û Demîrtaş. Ez li vir bang li hemû kesan dikim ku dengê xwe bidin. Bila êdî dayîk negirîn. Em li berjewendiyên xwe nafikirin tenê li berjewendiya welatê xwe difikirin.

Arap Karadere:

Ez çûm min dengê xwe da HDP û Demîrtaş. Em Kurd divê li dijî zilmê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li ku derê Kurd hebe divê biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.