Li Swîsreyê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestiyê meşiyan
Li Swîsreyê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestî û cihêkariyê meşiyan.
Li Swîsreyê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestî û cihêkariyê meşiyan.
Ji bo şermezarkirina kuştina George Floyd ê li bajarê Mînneapolîs ê Emerîkayê, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi beşdariya bi deh hezarna kesî meşek pêk hat. Piraniya beşdaran kincê reş li xwe kirin.
'EDALET TUNE BE AŞTÎ JÎ TUNE YE'
Çalakiya ku bi giranî ciwanên ji netewe, reng û baweriyên cuda tevlî bûn, ji Stadelhofenê dest pê kir.
Di çalakiyê de dirûşmên "Edalet nebe aştî jî nîne", "Jiyana reşikan hêja ye" hatin qîrîn û pankartên bi nivîsa "Nijadperestî vîrûseke", "Vîrûs nakuje, nijadperestî dikuje", "Piştevanî", "Na ji nijadperestiyê re", "Bêhna min çikiya ye", "Reng tenê bi rengan ji hev cuda dibe" hatin hildan.
Di çalakiyê de her wiha polîtîkayên cihêkar û nijadperest ên li Swîsre û Ewropayê yên li dijî reşikan û neteweyên din hatin şermezarkirin.
Meşê 3 saetan li kolanên qelebalix ên Zurîchê dewam kir û li Bellevûeyê bi konserekê bi dawî bû.