Li Swîsreyê 10 penaberan çalakiya runiştinê lidar xistin
Li Swîsreyê 10 penaberan çalakiya runiştinê lidar xistin
Li Swîsreyê 10 penaberan çalakiya runiştinê lidar xistin
Li Swîsreyê 10 penaberan j bo şert û mercê kampê protesto bikin çalakiya runiştinê dan dest pê kirin.
Li Swîsreyê 10 penaberên ji kampa penaberan a Elzach ya girêkayê Solothurn a Kantonu, transferên kampana Oensîngen Industîstrasse bûn, ji ber şert û mercên kampê qebûl nekirin û dest bi çalakiyê kirin. 10 penaberên ku ji kurd, afgan, misirî, filistinî pêk dihatin li Îstasyona Solothurn çalakiya runiştinê da destpêkirin. Penaberan da zanîn ku heta xaniyek bo wan neyê dayin dê çalakiya xwe bidomînin.
Îbrahîm Okur yê ji Amedê der barê çalakiyê de axivî û got: “Kampan ku em lê diman, îro em transferê vê kampê kirin. Ji ber şert û mercên kampê xerab bû, em neketin kampê. Me dest bi çalakiyê kir. Ev 6-7 mehe em li vê kampê ne. Ji roja ku em hatine heta niha em li kampan man. Şert û mercên me xerabtir dibin.
Okur got polîs hewl dide çalakiyê bi dawî bike û got heta şert û mercên wan neyên başkirin dê çalakiya xwe bidomînin.