Li Swîsre û Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Swîsre û Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarên Zurih, Basl û Cenewre yên Swîsreyê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi merasîmek ya bîranînê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Baselê ji bo şoreşgerên di nava Tekoşîna Azadiya Kurd û Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê de di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bi merasimekê hatin bîranîn. Di merasima ku li Komeleya Çanda Kurdan ya li Baselê pêkhat, posterên ji damezirênerên PKKê Heqî Karek û yên li zindana Amedê bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Onen (Çaran) û ji pêşengên Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya hatin vekirin.

Merasima bîranînê ya ku bi deqîqeyek rêzgirtina di şexsê şehîdên meha Gulanê li ser giyanê tevayî kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir, di axaftinan de hate gotin ku, PKK partiyekî şehîdane û hate diyarkirin ku, ji bo girêdana bi şehîdan ve pêwîste tekoşînê hîn zêdetir bihêz bikin.

Piştî axaftinên hatin kirin, peyama ku KCK’ê û PAJK’ê di derbarê şehîdên meha Gulanê de weşandî hate xwendin. Weke din jî li ser wate û girîngiya meha Gulanê sînevîzyonekî kurt hate pêşandan.

CENEWRE

Li bajarê Cenewre yê Swîsreyê jî li Navenda Çanda Kurdan ji bo kesên meha gulanê di Tekoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe jidest dayîn merasimek hate li darxistin. Piştî axaftina Serokê Meclisa Herêmê Hanefî Ceylan ya li ser pêvajoya dawiyê, peyama PKK’ê ya ji bo şehîdên meha Gulanê hatî weşandin hate xwendin.

ZURÎH

Li Komeleya Çanda Kurdan ya li Zurîhê jî ji bo şervanên azadiyê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn merasimek ya bîranînê hate li darxistin. Di merasimê de malbata gêrîlayê HPG’ê Seîd  Alakuş (Hemze) ku 26’ê Sibatê jiyana xwe jidest da jî amade bû.

Gêrîla Alakuş ku beriya sê salan ji Ewropayê tevlî gêrîla bû, mamê Alakuş Fazil Alakuş di axaftina kirî de anî ziman ku, ew pir serbilindin ku biraziyê wî di nava tekoşînê de cihê xwe girtiye. Alakuş da diyarkirin ku, “Ez pir zehmetiyan dikişînim ku, rêhevalên wisan û pêşengên wisan yên tekoşînê yanî şervanên azadiyê yên ji bo gelê xwe hertişt fedakirîn vebêjim. Em dê bîranên wan di tekoşîna xwe de bidin jiyan kirin û bilind bikin.”

Merasima bîranînê bi pêşanda sînevîzyon û xwarina ji bo gêrîla Alakuş hatî dayîn bidawî bû.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên ku li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin gel hev, bi merasimekî hevpar ya ji aliyê tevgera jin û Marsîlya AKM ve hatî organîze kirin, ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistan û Tirkiyeyê ku di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hate li darxistin.

Merasima bîranînê bideqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Merasima ku li komeleya Çanda Kurdan ya Mezopotamyayê hate li darxistin, bi pêşengiya Ciwana, tevgera Jin û Marsîlya AKM hate organîzekirin û peyama ciwanan ya li ser Şehîdên Gulanê hate xwendin.

Piştî ku navê şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin xwendin û çîroka jiyana wan kurt hate vegotin, sînevîzyonekî li ser şehîdan hate pêşandan. Merasima bîranînê bi stranên Hozan Silêman bidawî bû.