Li Swîsre û Elmanyayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Swîsre û Elmanyayê çalakiyên ji bo Kobanê

Çalakiyên ji bo berxwedana Kobanê yên li Ewropayê dewam dikin. Duh jî li Elmanya û Swîsreyê li gelek navendên cuda Kurd li qada çalakiyan bûn.

DUISBURG

Li bajarê Elmanya Duisburgê, Kurdên êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin, li ber stasyona navendî çalakiya kon dan destpêkirin.

Çalakiya bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Duisburgê hat lidarxistin, ji gelek rêxistinên çep û derdorên demokratîk destek dît. Di standa hat vekirin de belavok hatin belavkirin, bi pankart û dirûşman êrîşên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin û hikûmeta Elman a li pêşberî rewşê bêdeng e hat rexnekirin. Hat hînbûn ku çalakî wê heta dawiya hefteyê dewam bike.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê zêdeyî 500 Kurdistanî û dostên wan di çalakiyekê de civiyan û êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin.

Kurdistaniyên danê êvarê li ber Saar Galerie ya li navenda bajêr civiyan, ber bi Altstadtê ve meşiyan. Di meşê de timî dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn û bi pankart û dowîzan bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku bi berpirsyarî rabin.

Çalakî heta saet 21'ê dewam kir. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û di mijara êrîşên li hemberî Kobanê de raya giştî hat agahdarkirin.

TESSIN

Li kantona Tessin a Swîsreyê, heyetek ji 5 kesan a Kurdan, dosyayek li ser Kobanê pêşkêşî parlamenta kantonê kir.

Heyet bi serokê parlamentê Ganrico Corti re rûnişt, der heqê pevçûnên li Kobanê û êrîşên DAIŞ'ê de agahî da. Heyetê ragihand ku nerazîbûna cîhanê ya li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê têrê nake û bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di êrîşan de.

Corti jî diyar kir ku ew ê hesasiyeta Kurdan û rewşa li Kobanê bixe rojeva parlamentê.