Li Swîsrê bi yek dengî: PKK
Sala 40’an a PKK’ê li Swîsreyê bi coşekî mezin hate pîrozkirin.
Sala 40’an a PKK’ê li Swîsreyê bi coşekî mezin hate pîrozkirin.
Kudistaniyên ku bi tevlîbûna hezaran a aktivîteyê,tevahiya rojê bûn yek û peyama: “Me bi PKK’ê destpê kir, em ê bi PKK’ê bi ser kevin” dan. Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn hê bê xurtkirin.
Sala 40’an a salvegera PKK’ê li Messe Center a li bajarê Lûzern a Swîsreyê bi aktîvîteyekê hate pîrozkirin. Salona ku li gel poserê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê û gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hatin xemilandin, bi hezaran Kurdistaniyên ji hemû bajarê Swîsreyê hatin ba hev bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Berxwedana Rojava qîr kirin.” Di aktivîteya gelek siyasetmedar axivîn de Ozan Emekçî, Seyîdxan, Kewê, Çetîn Oraner û komên muzîkê yên Navenda Çanda MED derketin ser dikê.
Di aktivîteya pîrozbahiyê de tevahiya rojê dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û azadiya wî hate qîrkirin. Bal hate kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û banga xurtkirina têkoşînê li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê hate dayîn.
MÎNTAŞ: BI TECRÛBEYÊN 40 SALAN VE BER BI SERKETINÊ VE DIÇÎN
Hevserokê Navenda Civaka Kurdên Demokratîk a Swîsreyê (NCKD) Metîn Mîntaş di aktivîteyê de axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîna 40 salî ya PKK’ê. Mîntaş anî ziman ku PKK a ku 40 sal in têkoşînê dike êdî dikare gav bi gav ber bi seketina çar parçeyên Kurdistanê ve biçe û got: “Bi tecrûbeyên 40 salan ve ber bi serketinê ve diçîn.”
TAK:DIVÊ JI BO AZADIYA SEROK APO HÊ ZÊDETIR ŞER BIKIN
Piştî Mîtaş siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivî û qala rêxistinkirina gavên yekem a PKK’êm kir û got: “Gelê Kurd di pêşengtiya PKK’ê de şer kir û gihiştin rojên îro. Îro gelê Kurd gihiştiye nuqteya azadkirina mirovahiyê. Gelê Kurd ê di pêşentiya Rêber Apo de şer dikin îro bûye pêşengên şoreşên li Rojhilata Navîn. Heta ku Rêber Apo azad nebe, bila gelê Kurd baş bizane wê azad nebe. Divê her kes ji bo azadiya Serok Apo şer bike û wî azad bike.”
CIWAN: JI BO AZADIYÊ DIVÊ BERXWEDNA BÊ MEZINKIRIN
Piştî siyasetmedarê Kurd di peyama li ser navê Ciwanên Azad hate xwendin ev tişt hate gotin: “Divê ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê ciwan li her qadê berxwedanê xurt bike û pêşengtiyê bike. “
Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre bi peyamekê sala 40’an a PKK’ê pîroz kir.
Piştî hemû axaftinan peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi dîmen hate nîşandan.
Di dawiyê de Ozan Emekçî, Seyîdxan, Kewê, Çetîn Oraner û komên muzîkê yên Navenda Çanda MED derketin ser dikê, li ber stranên gotin heta derengiya şevê govend hate gerandin.