Li Swêdê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala ya Swêdê, şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê yên meha Gulanê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.

Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala ya Swêdê, şehîdên têkoşîna azadî û şoreşê yên meha Gulanê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.

Aktîvîteya bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Ûppsala hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Halît Yilmaz got meha Gulanê, meha şehîdan e û têkîldarî têkoşîna azadiyê ya Denîzan, Kaypakkayayan, Hakî Karer û şervanên şoreşê axivî.

Yilmaz destnîşan kir ku xwedîderketina li şehîdên meha Gulanê bi şopandina têkoşîna wan gengaz e, bang li tevahî Kurdistanî û dostên wan kir ku li dijî operasyonên qirkirinê û qetlîamên dewleta Tirk xwedî li berxwedêrên xwerêveberiyê derkevin.

...