Li Swêdê piştgiriya ji bo Berxwedana Serdemê didome

Li Orebro û Goteborgê ya Swêdê ji bo Efrînê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên dagirker tînin ser çalakiyên piştgiriyê didomin.

Li navenda Orebroyê rêxistinên civaka sivîl çalaki kirin, di çalakiyê de li ser navên rêxistinan axaftin hatin kirin û hate gotin armanca hikûmeta AKP’ê ew  e ku statûya Kurdan asteng bike lê Erdoğan û çeteyên wî ji hêla berxwedana gelê Kurd ve wê werin şikandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin gotinên Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropay yên bi rengê, ‘’Divê Tirkiye guh bide biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî’ têrê nake, Neteweyên Yekbûyî ji bo plana qirkirinê ya li ser Efrînê bide rawestandin divê tevdîrên pratîk bistîne.

Di çalakiyê de bi dirûşmeyan Tirkiye, Rûsya û welatên Ewropî hatin şermezarkirin.

GOTEBORG

Li Goteborgê jjî komeke Kurdistanî konê agahdarkirinê danî û komeke dî ya Kurdistanî li ber bînahiya telewizyona dewletêya Swêdê çalakiyek kir.

Şandeyekê li ser navê çalakgeran dosyeyeke bi naveroka komkujiyên dewleta  Tirk ên li Efrînê kirin radestî rayedarên telewizyonê kirin.

MALMO

Şoreşgerên Swêdî, ji bo ku destekê bidine Berxwedana Serdemê li ser pira li ser rêya navendî ku diçe navenda bajêr pankarta ‘Efrînê biparêze’ vekirin.