Li Swêdê pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK’ê
Li Swêdê pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK’ê
Li Swêdê pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK’ê
Li bajarên Swêdê Stockholm, Goteborg û Orebroyê 35. Salvegara damezirandina PKK’ê ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pîroz kirin û silav ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Di pîrozbahiya ku Şoreşa Rojava mijara sereke bû de di axivtinên hat kirin, hat destnişan kirin ku, şoreşa Rojava ne tenê jibo gelê Kurd de ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn jiyan dikine û dan diyar kirin ku em li pişt gelê Rojavayê Kurdistanê yên li hilberî çeteyên El Nursa û El Qaîdê têkoşînê didine meşandinîn.
Di axiftinan de hat ragihandin ku divê Kurdên li dîasporayê jiyan dikin bi pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakûrê Kurdistanê hatî destpêkirin û têkoşîna gel re di nava piştgirê û danûstan dima de bin û bang li hemû Kurdan û dostan hat kirin ku dinava hevkariyê de be.
Di pîrozbahiyê de alên PKK, PJAK, PYD, JPG û wêneyên kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji destdayîn hatin hilgirtin û sloganên “Bîjî PKK”, “Ji Rojava re hezar silav”, “Bîjî JPG”, “ Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo”, “ PKK gele, gel emîn” hatin evêtin.
Mizgîn Bingok ya ku ji Partiya Cep ji bo hilbijartiyên Parlamentoya Ewrûpayê namzet di pîrozbahiya li Gotebotgê de axivî û destnîşan kir ku ji bo şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê a ku tê de kal û zarok jî tê de têkoşînê didin meşan û pêvajoya aşitiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi serbikeve divê bikeve rojeva platformên navnetewî û Parlanmentoya Ewrûpayê.
Di pîrozbahiyê de peyamên partiyên siyasî û girseyên demokratîk hatin xwendin û sînevîzyon hat nîşankirin. Pîrozbahiyê bi stranên hunermendên Kurd Bengî Agirî, Zîna Botanî, Kenan Amedî, Dilşah û Armanc ta derengiya şevê dom kir.
Hat ragihandin ku di pîrozbahiyê de xwarina kurdî a hatî firotin pereyê wê dê ji bo Gelê Rojava wê bê şandin.