Li Swêdê pêşangeh û konferansa li ser qirkirina 1915'an

Swêd amadekariyan dike ku li ser qirkirina 1915'an pêşangehekê veke û konferansekê li dar bixe. Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom ev agahî da.

Parlamenta Swêdê Adara 2010'an qebûl kir ku sala 1915'an Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî û Rûmên Pontûsê hatine qirkirin, lê belê hikumeta wê wextê yaji 4 partiyên rastgir pêk dihat, red kiribû ku biryarê bixe meriyetê.

Lîderê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Stefan Lofven beriya hilbijartinên 2014'an soz dabû ku eger di hilbijartinên de bi ser bikeve wê biryara parlamentê ya li ser qebûlkirina qirkirinê bixe meriyetê.

Tevî ku 4 sal di ser re derbas bûne, Partiya Karker a Sosyal Demokrat ku bi Partiya Hawirdorê re hikumet ava kiriye, soza xwe bi cih neaniye. Vê yekê rê li ber nerazîbûna rêxistinên Ermenî, Asûrî-Suryanî vekir.

Di serî de Parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah, Parlamenterê Partiya Demokrat a Xiristiyan Robert Halef û Parlamenterê partiya Karker a Sosyal Demokrat Yilmaz Kerîmo gelek caran bi pêşnûmeyan mijar xistin rojeva parlamntê û ji hikumetê xwestin ku qirkirinê nas bike.

Parlamenter Robert Halef ji bo naskirina qirkirinê di destpêka meha Hezîranê de mijar careke din xiste rojevê. Halef diyar kir ku li Swêdê 150200 hezar Swêdiyên ji Rojhilata Navîn hene ku qirkirinê bandor li wan kiriye û got, qebûlnekirina qirkirinê ji aliyê hikumetê ve, xiyaneta li xizmên mirovên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da pêşnûmeya Halef û diyar kir ku hikumet bê şik û bê guman bawer dike ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de dema Osmanî ji hev diket, li dijî Ermeniyan û hindikahiyên din kiryarên tirsnak hatin kirin.

Wallstrom bal kişand ser girîngiya nîqaşkirina komkujî û sirgûnan bi rengekî vekirî got, ji bo ev yek pêk were, hikumet bi rê û rêbazên cuda hewl dide. Alîkariyên Swêdê yên ji bo Weqfa Hrant Dînk, Fona Hevkariyê ya Avrasya û Zanîngeha Bîlgî weke mînakên vê yekê nîşan da.

Wallstrom da xuyakirin ku ji bilî vê yekê hikumet bi însiyatîfeke nû jî radibe û got, wan wezîfe dane Forûma Dîroka Zindî ku saziyeke dewletê ye, ji bo pêşangeheke gerok a li ser 1915'an veke.

Wallstrom diyar kir ku di dema nû ya qanûndanînê de hikumet wê konferansekê li dar bixe ku tê de tedbîrên li dijî qirkirin û komkujiyan bên nirxandin. Wallstrom anî ziman şêwirmenda Serkreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji pêşîgirtina li qirkirinan berpirsyar Adama Dîeng jî ji bo konferansê bê vexwendin.

Wallstrom got, "Ji bo hikumetê ev kar ti carî neqediya ye" û diyar kir ku karê wan ê li ser qirkirinê wê bidome.

Asûrî-Suryaniyên ku dixwazin Seyfo bê naskirin, daxuyaniya Wallstrom a li ser vekirina pêşangehê û lidarxistina konferansê têrker nedîtin. Li ser vê yekê Wallstrom li navçeya Sodertalje ya Stockholmê ku nifûseke zêde ya Suryaniyan lê ye, civînek pêk anî.

Di serî de Federasyona Asûriyan, gelek rêxistinên Asûrî-Suryaniyan ji bo şermezarikirina helwesta hikumetê tevlî civînê nebûn.