Li Swêdê hevdîtinên dîplomatîk ên HDP'ê

HDP'ê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Swêdê karekî berfireh ê dîklomatîk dike. Li ser hilbijartinan û rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê agahiyan dide nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî.

Heyeta HDP'ê hefteya bihurî bi rêveberên Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amy Hedenborg û Andrea Bodekull, Alîkara Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Livh, Parlamenterê Partiya Keskan û Berdevkê Polîtîka Derve Alter Mutt, Endamê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Anders Osterberg re hevdîtin kiribû. Doh jî bi Parlamentera Partiya Çep û Berdevka Polîtîka Derve Yasmine Posio re li avahiya parlamentê civînek kir.

Di civînê de heyeta HDP'ê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo mafên Kurdan û hindikahiyên li Tirkiyeyê. Her wiha dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û rewşa Efrîniyên neçar man cih û warê xwe biterikînin hatin nirxandin.

Heyetê wekî din işaret bi dek û dolabên rejîma AKP-MHP'ê kir ku ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêlin hewl didin û ji partiyên siyasî xwest ku çavdêrên xwe bişînin Kurdistanê ji bo hilbijartinê bişopînin.

Nûnerên partiyên siyasî yên Swêdê jî dan xuyakirin ku haya wan ji girîngiya hilbijartinên dawî yên li Tirkiyeyê heye û wê çavdêran bişînin.