Li Swêdê êrîşên li ser Şengalê, Xirabê Bava û Talatê hatin şermezarkirin

Êrîşên PDK'ê yên bi ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Xerêb û Talatê de li Uppsala a Swêdê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyan li navenda bajêr stand vekirin û bi niviskî û devkî têkildarî êrîşên bi ser Şengal, Xirabê Bava û Talatê de gelê Swêdê agahdar kirin.
Berêvarî bi bangka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li meydana Storatorgetê Kurdistanî hatin cem hev û pankarta ''Erdogan rawestînin, bimre faşîzm'' û alayên PKK'ê, Postorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Dirûşmên bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Di axaftinan de êrîşa hêzên PDK'ê yên bi ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Talatê û Xerêb de hatin şermezarkirin û ji PDK'ê hate xwestin ku demildest êrîşên xwe rawestîne.

Çalakî bi dirûşmên ''Kujer Erdogan, artêşa TC'ê ji Kurdistanê bişeqite'' hatin berzkirin.