Li Swêdê dengdayîn dest pê kir

Hilbijêrên li Swêdê ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê li Fûara Kîsta a Stockholê dengê xwe didin.

Kurdistanî û Tirkiyeyî ji bo dengê xwe bidin, li semtên din yên Stockholmê bi wesayît û wesayîtên cemawerî diçin fûarê. Hilbijêrên li bajar û cihên din jî dijîn bi konvoyên wesayît û otubusan ji bo dengdayînê diçin Stockholmê.

Kurdistaniyan li pêşiya fûarê kon vedan û wêneyên namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş û HDP’ê daliqandin. Kurdistanî pêşwaziya kesên tên fûarê dikin û belavokên hilbijartinê yên HDP’ê belav dikin.

Pêwîst bû dengdayîn saet 09:00’an dest pê bike. Lê ji ber dengdayîn dema xwe de pêk ne hat mirov ketin rêzê û rêza wan dirêj bû. Saet 09:30’an de li sindoqekê dengdayîn dest pê kir û hilbijêran nerazîbûn nîşanî vê da.

Hasan Înce ku erkdarê HDP’ê yê konê ye got, ji ber bêkêriya berpirsên Konsolosxaneyê dengdayîn di dema xwe de pêk nehat û bi sedan mirov neçar man benda wan bimîne.

Ji Komîteya Hilbijartinê ya Swêdê Hasan Bozlak jî wiha got; “2 mehan zêdetir ji bo xebatên hilbijartinê li çar aliyên Swêdê me kar kir. Em ê fêkiyên van xebatan bigrin û HDP we di sindoqan de partiya yekem derkeve”.

Bozlak got, dengdayîn wê saet 21:00’an bi dawî be û sibê jî di navbera 09:00-21:00’an de bidome û bang li Kurdistanî û dostên wan yên li Swêdê kir ku werin Fûarê û dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.