Li Swêdê çalakiyên xwedîderketina li Efrînê

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Swêdê Goteborg, Landskrona û Orebroyê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Swêdê Goteborg, Landskrona û Orebroyê bi çalakiyan hate şermezarkirin û li Malmoyê jî komeke Kurdistanî seriyek da şaredariyê û dosyayeke bi naveroka komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê dane rayedaran.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan li pasaja Feman hatin cem hev, pankarta bi nivîsa ‘Efrîn ne tenê ye’ hildan û wêneyên komkujiya ser sivîlan rakirin û dewleta Tirk şermezar kirin.

Girseyê piştre li dij dewleta Tirk dirûşm berz kirin û ber bi Konsolosê Elman ve meşiya. Dosyayên bi naveroka sûcê şer û miroviyê yên ku dewleta Tirk li Elmanyayê pêk hatî, ATÎK’ê û NCDK’ê radestî Konsolosê Elman kirin.

Gel hate Meydana Brunnparkê û mîtîngek li vir kir.

LANDSKRONA

Komek li navenda bajêr meşiyan, bi kincên bi boyaxa sor heta bi şaredariyê meşiya. Çalakgeran pankarta bi nivîsa ‘Tirkiye Kurdan dikuje, Yekîtiya Ewropa’ temaş dike vekirin, dosyayeke bi naveroka komkujiya dewleta Tirk radest kirin û xwestin ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest.

MOLMO

Li Malmoyê jî komeke Kurdistanî bi kincên boyaxkirî ku li ser Efrîn dinivîsî heta bi şaredariyê çû û xwestin bi şaredar re hevdîtinê bikin. Çalakger piştî ku randevûr standin, bi dirûşmeyan komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

OREBRO

Li Orebroyê jî nêzî 40 kesî li Gara Trenê daketin rayên ku trên tê re diçin û çalakiyek kirin. Dema çalakiyê trafîka trênê rawestiya.

Bûyerê Radyoya Dewletê ya Swêdê ragihand. Çalakgerek ji radyoyê re axivî û got, ji bo ku komkujiya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar bikin ev çalaki kirine.