Li Swêdê çalakiyên protestokirina dewleta Tirk didome

Bomberdûman û qirkirina dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li paytextê Swêdê Stockholm, Borlange û Vasterasê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li ber avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê hatin ba hev dirûşmên “Dewleta Tirk ji Rojava derkeve”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Destên xwe yên bi xwîn ji ser Şengal û Rojava bikişînin” û “Erdoganê Faşîst” berz kirin.

Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê Hamît Bîten diyar kir ku Erdogan dît ku wê çeteyên DAIŞ’ê li Reqa û Mûsilê têk biçin û ji bo parastina çeteyên DAIŞ’ê bombe bi ser Şengal û Rojava barand û Bîten bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku li hemberî qirkirinên AKP û dewleta Tirk bi giyanê Berxwedana Kobanê têbikoşin.

Bîten bang li Yekîtiya Ewropayê û Hikûmeta Swêdê kir ku bila bêdeng nemînin û li hemberî qirkirinên dewleta Tirk bila helwesta xwe diyar bikin.