Li Swêd û Elmanyayê AKP û DAIŞ hatin protestokirin

Piştî bajarên Stockholm, Halmstad, Goteborg û Gavle yên Swêdê, duh jî li navçeya Soderhamnê, DAIŞ û AKP a destekê dide çeteyan hatin protestokirin. Li bajarê Elmanya Dresdenê jî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin.

Piştî bajarên Stockholm, Halmstad, Goteborg û Gavle yên Swêdê, duh jî li navçeya Soderhamnê, DAIŞ û AKP a destekê dide çeteyan hatin protestokirin. Li bajarê Elmanya Dresdenê jî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên Swêdî bi alên PYD, PKK, YPG-YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û  çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê bi sedan sivîl qetil kirin û birîndar kirin, destekvanê çeteya dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakî li ser banga Komîteya Piştevaniya Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Soderhamnê pêk hat. Di axaftina vekirinê ya çalakiyê de Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Benny Gûstafsson diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ew weke çavdêr çûye Kurdistanê û çavderiyên xwe bi beşdaran re parve kir.

Gûstafsson da xuyakirin ku gelek di bin bandora bibiryar a jinên Kurd de maye û got: "Min li wir avabûneke ku digot jin nebe şoreş jî nabe dît. Min biryarbûna jinan a li wir li ti cihekî din nedît."
 
Piştî axaftina Gûstafsson bi sedan kes ji qada ku wê çalakî lê pêk bê, dest bi meşê kirin.

Seroka Navçeyê ya Federasyona Kommunal Barbro Andersson axaftinek kir û  bal kişand ser pirsgirêka penaberiyê ya ji ber şerê li Sûriye û Rojava rû daye û wiha berdewam kir: "Ez çeteyê hov DAIŞ’ê lanet dikim. Aliyekî mirovahiyê qirêj be, ev nayê wateya ku hemû mirovahî qirêj e. Em ê dest bidin hev û vê têkoşînê qezenç bikin."

Serokê Partiya Navendî yê Navçeyê Jan Erîckberg, Seroka Partiya Demokrat a Xiristiyan Marîa Hanso Nîlssen, Serokê Partiya Keskan ê navçeyê Cleas Jakobsson û Seroka Çep Ciwan Ellen Gûstavsson beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinan de hat diyar kirin ku divê li Ewropayê pêşî li beşdarbûnên DAIŞ’ê bê girtin û bal hat kişandin ser rola Kurdan a di demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn de.

LI ÛPPSALA JÎ DAIŞ Û DEWLETA TIRK WÊ BÊ PROTESTOKIRIN

Kurdên li bajarê Ûppsala Ê Swêdê dijîn jî wê di 3’ê TîrmehÊ de çalakiyeke protestoyî pêk bînin. Navenda Kurd a Demokratîk a Ûppsala bang li hemû Kurdistaniyan kir ku saet di 17.00’an de beşdarî çalakiya li Qada Stor Torget bibin.

LI STOCKHOLMÊ BÎRANÎNA MADIMAKÊ

Li Stockholmê jî ji bo şermezarkirina  komkujiya Otela Madimakê ya 2’ê Tîrmeha 1993’an û bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, wê çalakiyek pêk bê. Çalakî bi banga Federasyona Elewî ya Swêdê saet di 18.00’an de li Qada Sergel wê pêk bê. 

LI DRESDEN MÎTÎNGA PROTESTOYÎ

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê bi girseyî hat protestokirin. Mîtînga li kolana Prager pêk hat bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di seranserê mîtîngê de dirûşmeyên ‘bijî YPG, Bijî YPJ, Bijî berxwedana Kobanê’ hat berzkirin.

...