Li Swêd û Îtalyayê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Swêd û Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Swêd û Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê, Kurdistanî bi dirûşma "Êdî Bes e, azadî ji Rêbertî re" meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Kurdistanî li ber avahiya Şanoya Mezin li hev civiyan û heta Parka Brûnn meşiyan. Piştre mîtîng li vir hate kirin û daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê hate xwendin.
Di çalakiyê de AKP û Erdogan hatin şermezarkirin û ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn.
BOLOGNA
Li bajarê Bologna yê Îtalyayê jî meşek hate lidarxistin. Kurd û Îtalyanên tevlî meşê bûn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina saziya bi navê LABAS'ê şermezar kirin.