Li Swêd platforma piştevaniya grevên birçîbûnê ava bû

Ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li paytexta Swêd Stockholmê platformek ava bû.

Li ser banga 54 parlamenter, hunermend, hiqûqnas, rojnamevan, nivîskar û komeleyan, li Parlamenta Swêdê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên hatin nirxandin.

Di civînê de hate ragihandin, divê piştgiriya bi çalakgerên berxwedana grevên birçîbûnê were xurtkirin.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh ku malovanî ji civînê re kir, di destpêkê de axivî û diyar kir, rejîma Erdogan Tirkiye kiriye girtîgeheke vekirî ya rojnamevan, rewşenbîr, akademîsyen û mûxalîfên rejîmê.

Kakabaveh bal kişand ser zextên li HDP'ê tên kirin û diyar kir, rewşa Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê li asta krîtîk e.

KAKABAVEH: BÊDENGIYA EWROPAYÊ CIHÊ ŞERMÊ YE

Kakabaveh anî ziman, bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîd û grevên birçîbûnê cihê şermê ye û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku piştgiriya bi gelê Kurd û berxwedêrên greva birçîbûnê re xurt bkin.

Piştî axaftina Kakabaveh sînevîzyonek li ser berxweadna Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê hate nîşandan.

Nûnerê HDP'ê yê Skandînavyayê Sînan Onal jî li ser binpêkirina mafên mirovan û êrîşên li dijî gelê Kurd ên li Tirkiyeyê agahiyên berfireh da.

BOYACI: HDP NÛNERÊ HINDEKAHIYÊN ETNÎKÎ Û OLÎ HEMÛYAN E

Bi navê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Suleyman Boyaci axivî û diyar kir, HDP ne tenê partiyeke Kurdan e, ew nûnertiyê ji Ermenî, Asûrî-Suryanî û hindikahiyên olî û etnîkî hemûyan dike. Boyaci got, "Em Suryanî, piştgiriyê didin HDP'ê û hêzên demokratîk hemûyan ên ji bo mafên mirovan têdikoşin. Ji ber vê yekê em cihê xwe di nava vê platformê de digirin."

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat jî anî ziman, HDP bi tenê nîne, Partiya Çep û hêzên demokratîk bi HDP'ê re ne û bi bîr xist, ji bo piştevaniya bi Leyla Guven û çalakgerên din re ew ji bo 3 rojan ketiye greva birçîbûnê.

Seroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ferah Bozcali jî destnîşan kir, ji bo wan cihê serbilindiyê ye ku berxwedana li dijî tecrîdê ji aliyê jinekê ve hatiye destpêkirin.

LILJE: BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KURDAN, SKANDAL E

Seroka berê ya rêxistinbûna bi navê "Hunermendên ji bo Aştiyê" Monika Lilje, bêdengiya dinyayê ya li pêşberî zext û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan weke rewşeke sosret bi nav kir. Lilje ji bo xurtkirina piştevaniyê bal kişand ser girîngiya kombûna hunermendên Swêdî û koçber.

Seroka Komeleya Piştevaniya Kurdistanê Ann-Margareth Livh anî ziman ku Tirkiye bi rengekî vekirî vediguhere dîktatoriyê û got, bêdengiya Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye. Livh komkujiyên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin bi bîr xist.

LIVH: LEYLA JI BO MIN SEMBOL E

Livh işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê kir û got, "Leyla ji bo min sembol e. Gelek kes hatin girtin, hatin kuştin. Hinek ji wan neçar man sirgûn bibin." Livh bi bewamî got, "Qet nebe bi avakirina platformekê re divê em vê rewşê ji raya giştî re ragihînin."

Di civînê de piştî ku nameya Selahattîn Demîrtaş a ji bo parlamenterên Ewropayê nivîsandî hate xwendin, platforma piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê hate avakirin.

Ji bo komîteya koordînasyonê jî hunermend Monika Lilje, Kemal Gorgu, Serpîl Înanç, parêzer Claes Forsberg, rojnamevan Yûsûf Onal, parlamenter Daniel Riazat, Seroka Komîteya Piştevaniya Kurdistanê Ann-Margarethe Livh, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ridvan Altûn û ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan Latîfe Fegan hatin hilbijartin.

Biryar hate dayin ku weke gava destpêkê 16'ê Adarê li navenda Stockholmê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê xwepêşandanek were lidarxistin.