Li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn rizgarî Şoreşa Rojava ye

Modela siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dermannivîs e ji bo aştî û îstîqrarê.

Di ser destpêka Şoreşa Rojava re 6 sal derbas bûn. Di van 6 salan de li Bakurê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê geşedanên ku li Rojhilata Navîn di sed salan de karibin pêk werin, çêbûn. Li gel bextewerî û şahiyên mezin, êş û xemên mezin jî xwe bi ser xelkê de vedan. Çawa ku Rojava dijminên Kurdan û dijminên demokrasiyê zelal raxistin berçavan, bi heman rengî karakterê hêzên navneteweyî û herêmî jî li wan bi temamî eşkere kir. Dibe ku Şoreşa Rojava li erdekî di warê cografî de ne zêde mezin pêk hatibe, lê belê bîrewerî û geşedanên wê derxistî meydanê di wê astê de bûn ne bi tenê tesîrê li siberoja Kurdan bike, lê li siberoja tevahiya Rojhilata Navîn bike.

Li Rojhilata Navîn Şerê Cihanê yê Sêyemîn diqewime. Krîzên siyasî, aborî, civakî û çandî yên dinyayê li Rojhilata Navîn veguherîne girêkekê. Serpêhatiya li Rojhilata Navîn a kapîtalîzmê û modernîteya kapîtalîst a 200 salî, rewşeke kaosê  ya misêwa afirandiye. Di vê rewşa kaosê de projeyên çareseriyê yên Şoreşa Rojava yên di warê siyasî û civakî de û di pratîkê de bicihanîna van projeyan, ne tenê li Sûriyeyê, li seranserê Rojhilta Navîn hêviyeke mezin afirand. Jixwe, tesîreke wê çêbû ku qat bi qat ji cografya û nifûsa wê zêdetir e. Sedema vê tesîrê jî ew e ku li Rojhilata Navîn ev yekem car e ku di vê astê de şoreşeke demokratîk pêk tê. Li Rojhilata Navîn ku lê bi hezaran salan e sîstema dewletdar û despotîzm dewam dike, bi vê şoreşa li ser xeta azadîxwaziya jinê pêkhatî, sîstema dewletparêz û despotîzm bi wî rengî hejiya ku careke din li halê xwe yê berê nikaribe vegere.

Li Rojhilata Navîn jêderên sereke yên pirsgirêkên siyasî û civakî, arîşeyen mezheb û dîn, şerên etnîk û nîzama zexta mêr a desthilatparêz a li ser jinê ne. Ji ber ku çanda demokrasiyê û demokratîkbûn bi pêş neketine, ev faktor û kartêkerên ku jêdera pirsgirêkan in, nekarîn ji holê bên rakirin. Şoreşa Rojava bû destwerdaneke emeliyatî ya li dijî despotîzma Rojhilata Navîn û pirsgirêkên ku wê derxistî holê. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê şoreşeke hîmxurt a demokratîk pêk hat. Wê neteweperestî û mezhebperestî kuştin. Bi sîstema komun û meclîsan a ku civakê ji jêr ve bi rêxistin dike, îradeya bi rêveberiyê ketiye destê civakê bi xwe. ji ber ku ev hemû li Sûrî û Rojhilata Navîn tiştên nû bûn, li tevahiya Sûrî û Rojhilata Navîn kela canê mirovan rakir; wê di heman demê de hêzên desthilatdar û mêhtinger jî tirsandin. Sedema ku DAIŞ bera Şoreşa Rojava dan jî ev bû. Piştî ku DAIŞ şikest, dewleta Tirk êrişî Şoreşa Rojava kir, sedema vê jî heman tişt e.

Şoreşa Rojava di demeke kurt de ji wan herêman bihurê ku Kurd li wan dijîn û veguherî Şoreşa Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Îro, li Bakurê Sûriyeyê Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî, Çerkez, Tirkmen bi hev re bi xwişk û biratî dijîn. Neteweperestiya Ereb û dewleta Tirk hewl da ku Kurdan û Ereban bînin beramberî hev, lê di vê yekê de bi ser neketin. Ji ber ku Kurdan xwe dûrî reaksiyonîzmê û neteweperestiyê girt, bi israr bûn xwedî helwêsta xwişk û biratiya bi Ereban re. Wan destek da Ereb û Suryaniyan ku bi îradeya xwe ya azad xwe birêxistin bikin û bibin îradeya siyasî. Di şer de mil bi mil ve li ber xwe dan û şehîd bûn. Halê hazir li Sûriyeyê şoreşa demokratîk a ku xwe disipêre neteweya demokratîk pêk hatiye. Li Bakurê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê di navbera gelan de pirsgirêk û kêşe nînin. Gelan li ser esasê biratî û wekheviyê yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê xurt kir. Şoreşa Rojava ew Sûriye bi hev ve kir ku dewletê û hêzên cihê ew parçekiribû. Di şexsê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê de li Rojhilata Navîn serdemeke nû destpê kiriye.

Bêguman ya ku kirî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê şoreşeke demokratîk a bi vî rengê biqewime, mana 20 salan a Rêberê Gelê Kurd li Sûriyeyê û têgeha Modernîteya Demokratîk û tîgihiştina civakparêz a demokratîk e ku wî ava kir. Li aliyê din, têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk a ku bi dehan salan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê birêvebirin jî tesîr li Şoreşa Rojava kir. Heger têkoşîna şoreşa demokratîk a bi dehan salan li Rojhilata Navîn û nixandinêm jihevderxistinê yên Rojhilata Navîn ên Rêberê Gelê Kurd, û projeyên wê yên li ser vî esasî nebûna, Şoreşa Rojava wê ev tesîra xwe ya îro nekira. Heta, li hemberî êrişan wê di demeke kurt de tesfiye bibûya.

Modela siyasî û civakî ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dermannivîs e ji bo aştî û îstîqrarê. Heger ji derve destwerdanek li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nebe, ew ê veguhere cografyaya aram a Rojhilata Navîn. Demokrasiya li Bakurê Sûriyeyê dê Sûriyeyê jî demokratîk bike. Heger Sûrî xwe nesipêre Bakurê Sûriyeyê û demokratîk nebe, ti hêz wê nikaribe li Sûriyeyê îstîqrarê pêk bîne; heta wê nikaribin yekîtiya Sûriyeyê jî biparêzin. Lewma, her kesa ku yekîtî, îstîqrar û aştiya Sûriyeyê dixwaze, divê şoreşa demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê weke zemînekî lihevkirinê bibîne. Şoreşa Rojava û avahiya siyasî û civakî ya li Bakurê Sûriyeyê ji bo her kesî rênîşandêr e; ew rê ye ku wê herkesî ji vê rêya asê xilas bike.

Ez di salvegera 6´an a Şoreşa Rojava de gel û xaziyên şer ên Rojava, Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê silav dikim û şehîdan jî bi rêzdarî bi bîr tînim.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA