Li Sûriyeyê şer li zarokan dixe

Li Sûriyeyê şer li zarokan dixe

Li Sûriyeyê di nava 2 salan de hejmara miriyan gihişt 100 hezarî.  Nêzî 15 hezar zarok mirin.  Kolanên ku heta niha bo zarokan qada lîstikê bûn, bi bombebaranan têk çûn û zarok êdî lîstika ‘şervaniyê’ dilîzin.

Ji bo hinekan zarokatî sînorê temen îfade dike. Hinek derdikevin çapemeniyê bo zarokan rondikan dibarînin. Hinek radibin rudinin behsa zarokan dikin.

Drama zarokan bo hinekan jî ji argumana siyasî ne wêdetire. Her çiqas derkevin masnşeta jî mexdurên sereke yên şer zarokin. Zarok di şer de dibin qurbana hesbên herêmî û navnetewî.

15 HEZAR ZAROK HATIN QETILKIRIN

Li Gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di şerê Suriyeyê yê ku adara 2011’an de destpêkiriye 94 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî NY’ê jî 4,25 mîlyon kes koçber bûye.  Ji vana 1,5 mîlyon kes derketiye devreyê welat.  Rêxistina civaka sivîl a Fransayê Chaîne de I’espoîr diyar dike kuş ê li Suriyeyê bûye sedema jiyana 10-15 hezar zarok.

Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek dijwar tê jiyîn. Li ber çavê hemû cîhanê sûcê mirovahiyê tê kirin. Tu sînorê wê yê ahlaqî nîne. Bedenên zarokan parçe parçe dibe.  Di nava vê wehşetê de kurd hewl didin bo zarokên xwe pêşerojê ava bikin. Her çiqas naxwazin bibin parçeyê vî şerê jî, şer wan bernade. wek bûyerên li Helebê pêk hatin.

Bi sedhezarna kurdî koç kir.  Haleb bajarekî navenda bazirganiyê bû.  Bajarê mezin yê duyemîn ê Sûriyeyê bû.  Lê niha wêjan bûye. Belkî jî restorekirinê dehan salî bigire. Zarok êdî li kolanên Halebê nalîzin.  Zarokên ku qurbana şerê qirêjin, êdî neçarin dibin dengê çek û topan de bijîn.

Di mehê destpêkê yên şoreşê de her înê çalakiyên protestoyî pêk dihatin. Zarokan cilên xwe yên nû li xwe dikirin û dirûşme berz dikirin.

Li kolanê dilîstin û diçûn dibistana xwe.  Lê rejîma Baas û artêşa Azad ya Sûriyeyê bi destên xwe yên xwîn jiyan û lîstika wan ji dest girtin.

3 SALÎ BÛ NAVÊ WÎ ESAD BÛ, LÊ REJÎMÊ SERÎ WÎ JÊ KIR

Esadê biçûk yek ji vane. Malbata wî navê Esad lê danîbû. Beriya vê pêvajoya bi xwîn ji dayik bibû.  Li kolanê dilîst.  Parçeyekê hawanê ji avahiyê ket û  li ber çavê birayê xwe Şervan, serê wî ji ser hilqetandibû..

Birayê wî Şervan yê 7 salî li nexweşxanê wiha digot; “Me ji te hezkir, navê te lêkir! Lê te serî li wî firand. Tu çi dixwazî ji me?”

Mazlumê 15 salî jibo nan bibe mal xwe di sûîkasteke çekdarî de li ber çavê daika xwe hat kuştin…

Şêniyên taxa Maruf bi topebaraneke dijwar re rû bir û mabûn. Kîjan dê û bav dizanibû ku dê ev bibe sedema mirina zarokên wan.

LI BAJAR ŞÎR NEMABÛ

Hêj zarok bûn, nedizanîn ambargo çiye, fêm nedikirin. Birçî dibûn, bi giriyê xwe birçîbûn îfade dikirin.  Ji yekane xwarina ku ew têr dikirin, bêpar mabûn. Li Haleba mezin şîr nemabû. Dayikên wan bi derfetên xwe hewl didan zarokên xwe têr bikin…

Gelo ji ber birçîbûn û nexweşiyê, ji ber xwedîbûna ne baş çend zarok mirin? Çend zarokên ku hêj navê wan nehatibû danîn, bel jî gora wan nîne? Hêzên rejîmê goristana bajar jî bombebaran dikir.

BIRAYÊN DALTON

Me navê Dalton li Ahmet, Haşîm, Şiyar û Ferhat danibû. Ji bo mezinên xwe yên ku li nokteya kontrolê nobet digirtin rojê 3 caran çay, kahwe û av dibirin.  Kolanên li wan hatibû qedexekirin, derbas dikirin û di nava dengê bombe û çekan de xwe digihandin wan. Bê guman ji dengên top û havanan ditirsiyan.  Şiyar ji ber dengê topê tirsiya bû û zerikî bibû.

Ew zarokên Taxa Şêx Maksut bûn. Ew ne lîstikbû, tevli şoreşê bibûn, ku hêj fêm nedikirin.  Qet fêm nekin jî êdî li vî welatî zarok çekên plastîk yên destê wan de wek pêlîstok dizanîn.  Zarokên di nava şer de tên dinê û mezin dibin, cuda ne.  Li cihên ku bombe biteqin  lîstikên zarokan jî ‘şer’ vedibêjin.  Şer, mirin dizanibûn lê bi xelayên xwe yên hêvî û hesretê dijiyan.. hêj fêm nedikirin ku dê ev şer çopên kurd li ser pêşeroja wan bihêle..