Li Sûriyeyê pevçûn didomin
Li Sûriyeyê pevçûn didomin
Li Sûriyeyê pevçûn didomin
Li Otogara Somariye ya li Şamê duh teqînek pêk hat û di teqînê de 15 kes mirin.
Televîzyona dewleta Sûriyeyê, diyar kir ku li Rojhilatê Şamê li Garaja Somariye ya li ser riya Lubnanê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat û 15 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Navenda Çavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane 6 heb leşkerin.
Çavkaniyên Sûriyeyê da zanîn ku di encama êrîşa topa hawanê ya li cadeya Bexdayê ya Şamê de 3 kes mirin e û 4 kes birîndar bûne. Diyar kir ku li banliyona Berze di encam erîşa topa hawanê de 15 kes birîndar bûne.
Hat ragîhandin ku li bajaroka Nebek û bajaroka Deyr Atiye, di navbera yekineyên rejîm û OSO’yê de pevçûn derketiye.
Konseya Şoreşger ya Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyaniyek da û got li başûrê Guta ya bajaroka Deyr Selman di navbera hêzên rejîm û OSO’yê de pevçûn derketine. Hat hînbûn ku fermandarê herêmê yê OSO’yê Abdulgafu Derviş jiyana xwe ji dest daye.