Li Sûriyeyê mûamaya 'kîmyewî'
Li Sûriyeyê mûamaya 'kîmyewî'
Li Sûriyeyê mûamaya 'kîmyewî'
Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî xwest sûcdariya bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî rejîma Sûriyeyê bê ronîkirin. Hinek muxalefetan îdia kirin ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî 1700 kes mirine. Rusyayê da zanîn ku ev provakasyoneke ku berê hatiye amadekirine û Îranê jî got ger bikaranîna çekên kîmyewî hebe jî ev karê ‘terorîstane’.
Hate îdia kirin ku rejîma El Esad di bombebarana li hemberî herêma Guta ya Şamê de gazên jehrî bikaraniye. Muxalefeta Sûriyeyê ya piştgiriya Rojava digirin jî diyar kir ku li cînar Kfar Batna 140 kes mirine, li Jumuriye jî 300 kes mirine. Piştre hejmara miriyan zêde bûne. Roja çarşemê di saetên sibê 680 kes mirine û sê saet şûnde ev hejmar wek 1270 hat diyar kirin û di nava rojê de ev hejmar wek 1700’î hat guhertin. Der barê bikaranîna çekên kîmyewî de dîmen hatin weşandin.
Ev êrîş di demeke ku heyeta pispor ya NY’ê li welat lêkolîna çekên kîmyewî dikir de pêk hat. Rejîma Sûriyeyê sûcdkariya çekên kîmyewî diderewîne. Artêşa Sûriyeyê bo van îdiayan diya dike ku tu rastiya wan îdiayan nîne.
TIRKIYEYÊ BÊ DARAZ ŞERMEZAR KIR
Gelek welatên Ewropa û DYA’yê bi zimanek tund nêzî bûyerê bûn û NY’ê bi lez bez heyetek şand qadê û xwest bûyerê lêkolîn bike. Hikûmeta Tirk di civîna xwe ya MGK’ê de Şam ji ber vê yekê şermezar kir. Piştî civîna MGK’ê danezanek hat weşandin û hat diyar kirin ku ew vê êrîşa rejîma Sûriyeyê ku çekên kîmyewî bikaranîne şermezar dikin.
KONSEYA EWLEHIYA NY DIXWAZE RONÎ BIKE
Serokê Konseya Ewlehiya NY’ê Marîa Crîstîna Perceval, li New York daxuyaniyek da û xwest ev îdia bên ronîkirin. Perceval got: “Divê bê ronîkirin û rewş ji nêz ve bê şopandin. Endamên Konseyê biryarbûna sekreterê giştî ya di meşandina kar de silav dike. Em li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di nava fikaran de ne.
Heyeta NY’ê ji bo biçe cihê çekên kîmeywî lê hatiye bikarnîn lêkolîn bike, li bende destura Sûriyeyê ye. Cigirê sekreterê giştî yê NY’ê Jan Elîason got: “Niha rewşa ewlehiyê desturê nade tiştek wisa. Ev herêm di destê komên çekdar dene.
RUSYA WEK PROVAKASYON DIBÎNE
Rusyayê da zanîn ku di demeku ku heyeta NY’ê lêkolînê dike de sûcdariya çekên kîmyewî provakasyoneke ku berê hatiye plankirine û lêprisîneke obejektîf xwest. Berdevkê wezareta karê derve ya Rusyayê Alexandr Lukasevîç got ev hemû tîne hişê mirovan ku dibe ev provakasyoneke ku hatibe plankirinê ye.
LI GORÎ ÎRANÊ ANCAX TERORÎST DIKARIN BIKARBÎNIN
Hikûmeta Îranê jî daxuyaniyekda. Wezîrê karê derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got hikûmeta Sûriyeyê êrîşeke bi vî rengî pêk nayne û ger madeyeke kîmyewî bê tespîtkirin jî ev karê terorîstane.
Firansa, Îngîlîstan û DYA jî di nav de gelek welatê Rojava dizanin ku li Sûriyeyê di pevçûnan de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Welatên rojava berê di daxuyaniyên xwe de gotibûn di bikaranîna çekên kîmyewî de xetên wan yên sor hene. Niha Esad û muxalefet hev û din sûcdar dikin. DYA di rewşa heyî de mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê red dike. Rusya û DYA hewl dide civîneke navnetewî organîze bike. Civîna duyemîn a Cenevreyê ku dîroka wê ne diyare, bazara wê didome. Çekên kîmyewî bê bikaranîn, neyê bikaranîn jî her roj kes dimirin. Ji Adara 2011’an het aniha ji 100 hezarî zêdetir kes mirin. Bi mîlyonan koç kirin.