Li Sûriyeyê li dijî rejîmê êrîşeke hewayî hate kirin
Li Sûriyeyê di destê sibehê de li dijî baregeheke leşkerî ya rejîmê êrîşeke hewayî hate lidarxistin. Hêzên Îranî jî tê de bi kêmanî 14 şervan mirin.
Li Sûriyeyê di destê sibehê de li dijî baregeheke leşkerî ya rejîmê êrîşeke hewayî hate lidarxistin. Hêzên Îranî jî tê de bi kêmanî 14 şervan mirin.
Di êrîşê de balefirxaneya leşkerî ya T4 bû hedef. Vê baregeha ku jê re tê gotin Tiyas, li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên ji Îranê jî tê de bi kêmanî 14 leşker mirin. Rûsyayê ev êrîş xist stûyê artêşa Îsraîlê.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li vê baregeha di navbera Humus û Palmîrayê de, hêzên Rûsya, Îran û Hîzbûllaha Lubnanê hene.
DYA û Fransayê piştî êrîşî daxuyanî dan û diyar kirin ku wan êrîş nekirine.
DYA û Fransa di daxuyaniyên xwe yên di hefteyên borî de diyar kiribûn ku heke êrîşeke kîmyewî pêk were ew ê li rejîma Sûriyeyê bidin.
Roja Şemiyê li nêzî Şamê, li Dûmayê hate îddîakirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Rêveberiya Esad sûcdariya bikaranîna çekên kîmyewî red kiribû û Rûsya û Îranê jî diyar kiribûn ku ev tişt komplo ye.
Artêşa Rûsyayê diyar kir ku ev êrîş ji aliyê balefirên Îsraîlê hatiye kirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinêya Rûsyayê “Du balefirên artêşa Îsraîlê yên F-15 bi saeta Moskowayê di navbera 03.25-03.53’an de bêyî ku têkevin qada hewayî ya Sûriyeyê, ji Lubnanê heşt fuze avêtine baregeha leşkerî.”
Îsraîlê di mehên borî de gelek caran li dijî rejîma Sûriyeyê û îttîfaka wê êrîş pêk anibû.