Li Sûriyeyê 7 salan zêdeyî 350 hezar kes mirin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, sê roj beriya salvegera 7'an a şerê li Sûriyeyê bîlançoyeke nû weşand.

Li gorî saziyê, li Sûriyeyê 7 salên dawî zêdeyî 350 hezar kes mirin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê got, "Ji 15'ê Adara 2011'an ve 353 hezar û 935 kes hatin kuştin." Li gorî daneyên saziyê, 106 hezar û 390 ji van sivîl in û 19 hezar û 811 jî zarok in.

Wekî din Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî raporek weşand. Li gorî raporê, hejmara zarokên di şerê Sûriyeyê de hatin ukştin, sala 2017'an li gorî salek beriya wê bi du qatan zêde bû.

UNICEF: HEJMARA ZAROKÊN HATIN KUŞTIN BI DU QATAN ZÊDE BÛ

UNICEF'ê got, "Sala 2017'an, şîdeta giran bû sedem ku zarok hê bêhtir bimirin. Li gorî sala 2016'an 50 ji sedî zêde bû."

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan radigihîne ku ji meha Sibatê ve li Xota Rojhilat ji ber bomberdûmana hêzên rejîmê nêzî 200 zarok hatin kuştin. Di rapora UNICEF'ê de cih ji zarokê Sûriyeyî yê bi navê Samî re tê dayin ku xwe li Urdunê girtiye. Li gorî raporê, Samî dibêje "Bi pismamên xwe re di nava berfê de me ji xwe re dilîstin. Bombeyek ket. Destên pismamê min li pêş çavên min jê bû, bi hewa ket. Ê min jî, her du lingên min jê bûn."

Midûrê herêmî yê UNICEF'ê Geert Cappelaere destnîşan dike ku rîsk heye, zarokên seqet mane ji nedîtî ve werin. Di raporê de tê gotin, 3.3 milyon zarokên li Sûriyeyê di nava xeteriya madeyên teqemeniyê de ne û tên sala 2017'an bi dehan dibistan bûn hedefa bombeyan.