Li Sûriyê nêzî 126 hezar kes mirine!
Li Sûriyê nêzî 126 hezar kes mirine!
Li Sûriyê nêzî 126 hezar kes mirine!
Li gorî bîlançûya ku îro ji aliyê Çavnêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londra ye ku weke referansa bingehîn ya çapemeniya Rojava a li ser Sûriyê, ji Adara 2011’an heya niha nêzî 126 hezar kes di şerde jiyana xwe ji dest daye.
Mala Çavnêriya a Mafê Mirovan li Sûriyê di navbera 15’ê Adara 2011’an û 1’ê Kanûna 2013’an de li seranserê welat ragehand ku 125 hezar û 835 kesî jiyana xwe ji dest daye. Zêdetirê vê hejmarê leşkerên herdu aliyane. Hejmara yên ku di nava refên artêşa Baas de mirine du qatê yên ku di nava komên çekdar de mirine.
Ji yên ku jiyana xwe ji dest dane ji sedê 35 sivîlin. Bi gotinekî din 3 hezar û 327 jê zarok û 4 hezar û 454 jin, di şer de bi giştî 44 hezar û 381 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Mala Çavnêriyê ku diyar kir dibe bîlançûya şer hîn zêdetir be û diyar ku bi sedan sivîl jî hatibe deste ser kirin.