Li Sûriyê milyonek zarok bûn penaber

Li Sûriyê milyonek zarok bûn penaber

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da xuyakirin ku hejmara zarokên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê derketine derveyî welat, gihaştiye milyonekê. UNICEF'ê destnîşan kir ku li nava welêt jî 2 milyon zarok neçar mane cihê xwe biguherînin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, zêdeyî nîvê penaberên Sûriyeyî zarok in. Piraniya van xwe li Libnan, Urdun, Iraq û Misrê digirin. Her diçe, hejmareke zêde penaber jî direvin Efrîka Bakur û Ewropayê. Li gorî daneyên dawî yên Neteweyên Yekbûyî yên li ser rewşa penaberên zarokên Sûriyeyî yên di bin 11 salî de ne, 750 hezar zarok penaber bûne.

UNICEF'ê ragihand ku ji roja Înê û pê ve, hejmara zarokên penaber ên derketine derveyî Sûriyê gihaştiye milyonekê. Hat ragihandin ku 2 milyon zarok jî li welatê xwe di rewşa penaberiyê de dijîn.

Mudurê UNICEF'ê Anthony Lake got, "Ev milyonek zarok, bi rastî jî ne mîna yên din e. Zarok bi rastî ji mal û malbata xwe hatiye dûrxistin, hin ji wan jî rastî hovîtiyên mezin hatine."

MALÊN XWE, MALBATÊN XWE, PÊŞEROJÊN XWE WENDA DIKIN

Komîserê Bilind ê Penaberiyê yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gueterres jî da xuyakirina ku xeteriya di vê derê de, mijara "xwe girtina li jiyanê" û "dilaramiya pêşerojeke masûm" e û got, "Ciwanên Sûriyê, malên xwe, malbatên xwe û pêşerojên xwe wenda dikin. Dema sînor derbas dikin, dikevin rewşe travmatîk û depresîf. Û pêwistiya wan bi sedemekê çê dibe ku bibe xwedî hêvî."

7 HEZAR ZAROK MIRIN

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di pevçûnên zêdeyî 2 salan de, zêdeyî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihadin ku 7 hezar ji van zarok in. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Iraq, Urdun û Libnanê 5 hezar û 500 zarok hene, ku malbatên wan ne li gel wan in.

Komîseriya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) her zarokekî penaber bi navê xwe qeyd kir. UNHCR ji bo zarokên li penaberiyê hatine dinyayê sertîfîkaya çêbûnê werbigirin, alîkariyê dide. Tê gotin, vê yekê ji bo zarok nekevin rewşeke "bê welat" dike.