Li Sûriyê 6 hezar jin rastî tecawîzê hatine
Li Sûriyê 6 hezar jin rastî tecawîzê hatine
Li Sûriyê 6 hezar jin rastî tecawîzê hatine
Li Sûriyê ji dema şer destpê kirî Adara 2011’an virde herî kêm 6 hezar jin li rastî tecawizê hatine. Kiryarên destdirêjî û tecawîzê her roja ku diçe zêdetir dibin.
Li gorî nûçeya BBC’yê Tevna Mafên Mirovan a Awropa-Deryaspî (EMRHN), ji meha Adara 2011’an ku şer destpê kirye virde diyar kir ku herî kêm 6000 hezar jin li rastî tecawîzê hatine.
Berdevkê Rêxistinê diyar kir ku civaka ku ev jin têde dijîn hatine şermezarkirin û qewitandin û bi zêdetirîn jî neçar mane ku malên xwe bi terikînin.
Her wiha li gorî rapora rêxisitinê amade kirî gelek caran jin dibin armanca sekvanan, gelek caran jî li gel zarokên xwe weke mertal tên bi karanîn.
“Tundiya li ser jinan, Birîna ku Xîn jê tê ya Sûriyê” di dema yekem ya 2013’an de jinên ku perîşan bûne û bi serdanên ku li gel xebatkarên tendoristiyê kirine derdikeve holê.
Rapor diyar dike ku li Sûriyê ka çewan jin bi şêweyekî keyfane tên binçav kirin, di vakayên dewletê yên cuda de li rastî îşkenceyê tên.
Di daxuyaniya ku berdevik Hayet Zaghiche ji BBC’î re ragihandî diyar kir ku jin weke nîşandanên sûcên siyasî jin têne armanc girtin.
Di raporê de bal kişande ser ku jin yan ji ber hefhildanê jî têne revandin û ev yek weke stratejiyek lê hatiye êdî.