Li Stûttgartê panela li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê
Li Elmanyayê li bajarê Stûttgartê YXK û JXK’ê li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê panelek li dar xist.
Li Elmanyayê li bajarê Stûttgartê YXK û JXK’ê li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê panelek li dar xist.
Parlementera Dîe Lînkeyê Gokay Akbûlût, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, endama MdB’ê Heîke Hansel û endama JXK’ê Berfîn Can beşdarî panelê bûn.
Di panelê de parlementera HDP’e ya Wanê Tûgba Hezer got ku, “Ji ber ku HDP hurmeta wê li hemberî renk, etnîsîte û olan heye, bû hedefa AKP’ê”
Endama MdB’ê Heîke Hansel jî polîtîkayên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê nirxand û got, “Dewleta Elmanyayê pereyan dide dewleta Tirk. Elmanya a niha jî diyar dike ku wê di 5 salên pêşiya me de, 6 milyar eûro bide Tirkiyeyê.”
Parlementera Dîe Lînkeyê Gokay Akbûlût jî bal kişand ser polîtîkayên dewleta Elmanyayê û got, “ Niha tenê YPG û YPJ li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. Dewleta Elmanyayê jî alayên YPG û YPJ’ê qedexe dike.”
Panel bi pirs û bersivan domiya.