Li Stûttgartê mîtînga ji bo berxwedana Terolarê

Ji bo şermezarkirina kampa AFAD'ê, ku ji bo çeteyan li herêma Terolarê tê çêkirin, li bajarê Elmanya Stûttgartê mîtîngek hat lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina kampa AFAD'ê, ku ji bo çeteyan li herêma Terolarê tê çêkirin, li bajarê Elmanya Stûttgartê mîtîngek hat lidarxistin.

Mîtînga li Marktplatzê pêk hat, ji aliyê Platforma Jiyanê ya Hewldana Mereşê û Însiyatîfa Mereşê ya Stûttgartê ve hat bi dirûşma "Li Mereşê plana komkujiyên nû tê kirin, destên xwe yên bi xwîn vekişînin, em kampa penaberan a ji bo DAIŞ'ê naxwazin, Kampên mîna komkujiya Mereşê tên plankirin ji bo pêkanîna komkujiya Mereşê û qirkirina etnîkî tên çêkirin" hat organîzekirin.

Hevserokê Însiyatîfa Mereşê li Elmanyayê Mehmet Ustek di axaftina xwe ya li mîtîngê de komkujiya Mereş 1978'an bibîr xist û got, "Wê wextê jî yên li ber xwe dan jiyan; yên li ber xwe nedan yek bi yek hatin qetilkirin. Ya ku dixwazin îro jî bikin heman tişt e. Me dersa pêwîst ji komkujiya 78'an dernexist. Berxwedana me timî qels ma. Li Mereşê kesek nebû cerdevan, lê belê neket nava berxwedaneke aktîf jî. Serî li ber daxwazên dewletê tewand û herî dawî ev rewşa avakirina kampê li Terolarê rû da. Hînê jî ji ber ku Walî gotiye 'neçin konê nobedê' gelek kes nayên tevlî berxwedanê nabin. Eger em bi rengekî aktîf li ber xwe nedin û yekîtiya xwe çênekin, wê hingî dereng be û careke din komkujî bê serê vî gelî. Lewma bêyî derengmayînê divê em bi rengekî aktîf li ber xwe bidin."

Li ser navê Însiyatîfa Mereşê li Stûttgartê Safiye Îşcen jî bal kişand ser aliyê hiqûqî yê rewşa kampê û û got, "Cihê dixwazin kampê lê çêbikin, li îmarê girtî ye. Çêrgeha hevpar a 7 gundan e. Di heman demê de cihekî ji nirxên xurt ê bawerî û çanda Elewiyan e. Cihê pîr û zanyaren weke Mamkî Zilfe, Hemî Tozû Dayika Elîf û Alî Kute ye. Weke Însiyatîf/Hewldana Mereşê em dibêjin 'dest nedin destş bawerî û xaka me' û em êrîşên Recep Tayyîp Erdogan ê faşîst şermezar dikin. Ev zilm bi têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan dikare ji holê bê rakirin."

Mîtîng piştî xwendina belavokan bi qîrîna dirûşma "Bijî piştgiriya navneteweyî" bi dawî bû.

...