Li Stûttgartê Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Botan hat ragihandin
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, endamên Ciwanên Azad li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û meclîsa xwe ragihandin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, endamên Ciwanên Azad li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û meclîsa xwe ragihandin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, endamên Ciwanên Azad li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û meclîsa xwe ragihandin. Meclîsa Ciwanan a bi navê Şehîd Çekdar Botan ji 38 kesan û 8 komîsyonan pêk tê.
Kongreya damezrandina Meclîsê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre dîwana ji 5 kesan hat hilbijartin û rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin. Delegeyên pêvajoya siyasî nirxandin gotin, "Berxwedana dîrokî ya YPS'ê ji bo tevahiya ciwanên Kurd sekneke mînakdar e."
Piştre raporên komîteyan hatin xwendin û nirxandin. Delegeyan her wiha li ser rewşa rêxistinî nîqaş kirin, pirsgirêk bilêv kirin û rê û rêbazên çareseriyê destnîşan kirin. Dûre rêvebirina komîte, komun û meclîsê hat vegotin û piştre hilbijartin hat kirin.
Di encamê de 8 komîteyên ji 38 kesan ên rêxistinbûyîn, jin ên ciwan, YXK, çand, spor, çapemenî, perwerde û têkiliyên derve hatin hibijartin û bi vî rengî Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Botan hat îlankirin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPS û YPS Jinê" bi dawî bû.