Li Stuttgartê li ser Rojava û jinê panel
Li Stuttgartê li ser Rojava û jinê panel
Li Stuttgartê li ser Rojava û jinê panel
Li bajarê Stuttgart yê Almanyayê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê paneleke li ser Rojava û jinê hate li darxistin. Panela ku ji aliyê Yeketiya Hêza Jinê ya Stuttgartê ve hate organize kirin, nêzî 150 jin di panela li Komeleya Çanda Mezopotamyayê kombûn.
Di beşa destpêkê ya paneleê de endama Meclisa Yeketiya Star Mizgîn Gulo di mijara şoreşa jinê ya li Rojava pêktê de agahî dan. Gula da zanîn ku, li Rojava çete, Qetar, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û welatên weke vana polîtîkayekî qirêj li ser jinê didin meşandin. Gulo got, li Rojava û hemû Sûriyeyê jin rastî îstîsmara zayendî, tecawiz, îşkenceyê tên. Gula da zanîn ku, jin li çeperên şer li dijî êrîşên çeteyan xaka welatê xwe diparêzin û her wiha li gel van jî xebatên aborî û akademîk didin meşandin. Gelek xebatên kooperatîf xistine dewrê.
Gulo anî ziman ku, bi tevlîbûn û piştgiriya tevgera jin ya Kurd, Tevgera Jinan ya Sûriyeyê hatiye avakirin û li Rojava şoreşekî nû ya jinan pêkhatiye.
Di beşa duwem ya paneleê de jî li ser rêberên jin ên şoreşger ku di dîroka têkoşîna jina ya Tirkiye û Kurdistanê de şûnwar li pey xwe hiştine sînevîzyon hate pêşandan.
Di beşa sêyem de jî beşdarvana pirs ji panelîstan kirin. Gulo pirsên derbarê jinên Rojava de bersivandin û got, ew dê destûr nedin ku kesên kedê di ber şoreşa Rojava de nede û xwedî lê derbikeve.
Piştre panel bi slogan û çepikan bidawî bû.
ADKH, Înîsiyatîfa Jinên Kurd, SKP, Meclisa Aştiyê ya Stuttgartê, Komeleya Dijberên Komkujiya Dêrsimê û Cîhana Jiyan bibe, Koma Jinên Stuttgart ya Piştevaniya Navnetewî û Jina Nû piştgirî dan panelê.