Li Stûttgartê Kongreya GÎK-DER'ê hat lidarxistin

Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber li Stûttgartê (GÎK-DER) a ser bi AGÎF'ê, kongreya xwe ya 24. di 3'ê Gulanê roja Yekşemê de li salona konferansê ya GÎK-DER'ê lidar xist.

Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber li Stûttgartê (GÎK-DER) a ser bi AGÎF'ê, kongreya xwe ya 24. di 3'ê Gulanê roja Yekşemê de li salona konferansê ya GÎK-DER'ê lidar xist.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê, rojeva kongreyê hat diyarkirin.

Bi beşdariyeke xurt a delegeyên kongreyê re Rapora Xebatê hat nirxandin û tespîta "Di nava dema bihurî de weke Desteya Rêveber me nekarî xebateke kolektîf bimeşînin' hat kirin. Di nirxandinan de hat destnîşankirin ku di nava çend mehên dawî de çalakiyên weke panelên Rojava, HDP û ESP'ê, bîranîna cangoriyan enerjieyke erênî derxistine holê û motîvasyona endamên komeleyê zêde kirine. Hat ragihandin ku atmosfera kongreyê jî bandora vê enerjiya erênî ye.

Nûnerê li ser navê Federasyona Karkerên Koçber ên li Elmanyayê axivî rexne da ku AGÎF'ê di nava demê de bi têrkerî têkilî bi komeleyê re dananiye. Nûner anîz iman ku tevî ji hev belavbûna rêveberiya komeleyê negirtina destekê ji AGÎF'ê jî komele bi rêya endam û serok ve li ser piyan maye, lewma spasiyên xwe pêşkêşî wan kir.

Delegeyên kongreyê li gorî kotaya jinê 3 jê jin, 4 mêr bi giştî 7 kes ji bo desteya rêveberiyê hilbijartin û ji bo dema pêş biryar stendin.