Li Stûttgartê bi hezaran bi dirûşma ‘Serî Hilde’ meşiyan

Ciwanên Kurd li bajarê Stûttgart bi dirûşma ‘Serî Hilde’ meşa ji bo Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan azadî dan destpêkirin.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad de meşa ‘Serî Hilde’ li Belçîka, Swîsre, Hollanda, Fransa û Elmanyayê bi tevlîbûna hezaran kesî destpê kir.

Meşa ku saet 12:00’an ji pêşiya HBF a Stûttgartê destpê kir, NAV DEM, KCDK-E û Partiya Çep a Elman Dîe Lînke jî destek dike. Tevî hewaya sar jî meş bi coş û biryardarî dewam dike.

Girse li gel qîrkirina dirûşmên mîna “Ji bo Azadiya Serokatî Serî hilde”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû”, “Kîne emî? Apocî ne em” û “Şehîd Namirin” posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Li gel hildana alan pankartên bi nivîsên “Dewleta Elman qedexeya li ser PKK’ê rakin” , “PKK gel e, gel li vir e” û “Ji bo tolhildan û şoreşê serî hilde” vekirin.

Di çalakiya li Rotebuhplatzê mîtîngek lidar xistin li vir li ser navê Dîe Lînke Rudorîf Brûgel daxuyaniyek kurt da.

Brûgel destnîşan kir ku divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û bibîr xist ku hikûmeta Erdogan destekê dide çeteyên DAIŞ’ê .

Brûgel da xuyakirin ku ji ber vê destekkirinê hikûmeta Merkel alên YPG/YPJ qedexe kir û got: “Divê ambargoyên aboriyê li ser Erdogan bê kirin, divê bazirganiya çekan a ji bo hikûmeta Erdogan bê rawestandin.

Erdogan ji bo domandina dîktaoriya xwe maseyê çareseriyê hilweşand.”

Brûgel diyar kir ku Ocalan ji bo gelê Kurd û Tirk bi hev re, wekhev û edalet bijî, ked daye û wiha pêde çû: “Divê Birêz Ocalan ê weke lîdereke ewqas ji bo demokratsî û aştiyê ked dide bê azadkirin.”

Piştî axaftinê û şûnde girse dubare dest bi meşê kirin.

Di meşê de belavokên ku rewşa Ocalan û bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin tîne ziman hatin belavkirin.

Meş bi mîtîngê didome.