Li Stûttgartê 5 hezar kes dewleta Tirk protesto dike

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrînê tê protestokirin.

Zêdetirî 5 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn lê polîsên Elman êrîşî gel dike.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi ser Efrînê li hemû bajarên Ewropa bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê ku bi sed hezaran sivîl lê dijî, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi tevlîbûna 5 hezar kesî tê protestokirin.

Girseya gel a ku li her rê û kolanên bajêr di nava çalakiyan de ne, polîsê Elman bi gaza îsotê êrîşî girseyê dike.

Gel dirûşmeya ‘Her der Efrîn e, her der Berxwedan e’ berz dike û hejmara gel her diçe zêdetir dibe. Polîsê Elman meşa gel asteng dike.

Polîs ji bo bidawîkirina çalakiyê zextê li gel dike û çalakgeran binçav dike.